Me kir wî, ew jî çûûûûûûûûûû!

Ridwan Zebanî

Belê, destê rastê û xulamokê Saddam Hisên Izzet Dûrî hat kujtin û bi cehnemê şa bû.

Destê Izzet Dûrî di xwîna gellek Kurdan de hebû. Segbavo vê dawîyê jî di nava dolheramên DAÎŞê de şerê Kurdan dikir û dida zîtirkan. Lê ev tirr jê re nema û da dû serokê xwe Saddam Hisên û bi cehnemê şa bû.

Keça Saddam Hisên Rexed Saddam Hisên hêstir û rondik bi ser mamê xwe Izzet Dûrî de rijandine û di malpera xwe de gotiye: „Weyla li min qirikê, li min porkurê, li min bextreşê, ez sersaxîyê li xwe û li Iraqîyan dikim“ filan û fîstan.

Erêêêêêêê erê…

Ev dinya ji Saddam Hisên re nema

Li gor sîxurên me yên li cehnemê radigihînin, dibêjin niha Izzet Dûrî û Saddam Hisên di nav agirê cehnemê de ne û bîranînên xwe ji hev re dibêjin.

Ê de rehma xwedê ne li wan be rebbî….

Axreta Gewrik

About The Author