Ez di wilo bratî nim !

Firildeq Elî

Belkî hûn çêtir zanibin, lê ez bawerim kêm millet hene ku wek me Kurdan saf û ehmeq in. Rastî tehl e û bela kesek jî xwe nexeyidîne.

Em dikin û nakin em nikarin dev ji dûvê Tirk, Ereb û Farisan berdin. Me bi dawa dijminê xwe girtiye û pêve bûne dirdirt û şîrêz. Her çiqasî ew li nav serê me dixin û me wek brayên xwe qebûl nakin jî, dîsa haşa em qûna wan dalêsin û dibêjin “naaaaa qardaşim, bi telaq em brayên we ne” û kurtanê wan li xwe dikin.

Yaw ma bratîya bi darê zorê çêdibe babam? Ma kengî bavê me nîhaye dêya wan ku em brayên hev bin hi? Ma bratî ewqasî rehet e? Brayê ku bratîya min qebûl neke û min wek dijminê xwe bibîne, ezê di kefenê 101 bavê wî brayî bigêm û rojekê tenê jî pêre najîm. Lê naaaa, şexsîyeta koletîyê nahêle ku em Kurd dev ji dûvê wan brayên sexte û bîjî berdin.

De binerin bê piranîya Tirkan di derbarê Kurdan de çi difikirin.

Şîrketa lêkolînê KONDA, lêkolîn û lêpirsînek qerase di derbarê bratî, cîrantî, şirîkatî û merivantîya Kurd û Tirkan de kiriye.

Piranîya Tirkan çi bêjin başe?

Ji %57.6 naxwazin bi Kurdan re bizewicin.

Ji%53.5 naxwazin bi Kurdan re şirîkatîyê bikin.

Ji %47.4 naxwazin cîrantîya Kurdan bikin.

Ji %70 naxwazin ku nasnama Kurdan bi fermî bê naskirin.

Û Kurdên xwelîliser?

Ji %26.4 Kurd naxwazin bi Tirkan re bizewicin. (ji % 70 zêdetir dixwazin kîrê Tirkan di xwe kin)

Ji %24.8 naxwazin şirîkatîya Tirkan bikin (dîsa ji % 70 zêdetir Kurd dixwazin şirîkatîya Tirkan bikin û qûna wan balêsin)

Ji %22.1 naxwazin cîrantîya Tirkan bikin (dîsa ji % 70 zêdetir dixwazin bi Tirkan re cîrantîyê bikin û cilika bênamûsîyê bikşînin serê xwe).

Hûn dibînin ne?

Piranîya Tirkan Kurdan wek dijmin dibînin û piranîya Kurdan jî Tirkan wek dost û bra dibînin.

Ma ev ne ehmeqî be naxwe çiye ey hawaaaarrrr!?

Stenbol

About The Author