Rojava û Zorava

Bazê Qendîlê

Gotina Rojava di ferheng û ensîklopêdya cîhanî de tê wateya ew cihê ku roj lê diçe ava, ango bi zimanê inglîzî (West), bi erebî jî (El-xerb) jêre tê gotin. Bi Kurdî jî heman wate dide, lê nabe tu ji cihekî taybet re, ji şûnek diyarî kiribe bibêjî: rojava, ji ber ku tu wateya wê namîne.

De îca werin li lotikvanên PYD binêrin ku îro wan ev nav li parçeyekî Kurdistanê kirine. Ev lotikvan yan lotikxwarên PYD-ê, ne ji cyografya fam dikin û ne jî rûmet didin hestên Kurdan. Eger li nexşeya Kurdistana bindest binêrî, dibînî ku ev beşê biçûk nakeve aliyê Rojava, lêbelê li başûrê Kurdistana mezin e, berê jî navê Başûrê Biçûk lêkiribûn, hema ev nav baştir cihê xwe digirt.

Me Zorava bihîstiye, cihekî ku nêzîkî Şamê ye ku Kurdên hejar û penaber bi zorê mal û xaniyên xwe li wir ava kirine û navê wê jî kirin Zorava. Me malî-ava bihîstiye, wek nimûne: dema şervanên YPG û YPJ lotikên bê-îman li qûna Daişan didin, em hemî dibêjin ku mala wan hezar carî ava û hêviya serkeftinê ji wan re dixwazin, lê tiştê şaş şaş e û xwezî rast bikirana.

Niha dibêjin welatên Rojava, welatên Rojhilat, lê dema gotina welat nehêlî, wateya Rojava û Rojhilat namîne. Berê digotin Başûr, Bakur, Rojhilat, Apo Serokê Welat, me digot, de ne xem e, dibe rojek bê ku, Apo bibe serokê Kurdistanê.

Baş e, ev Rojava, gelo rojavayê Emrîka ye, Honolûlû ye, Sîbîrya ye, yan Kurdistanê ye? Ez nizanim çima ev welatparêz, ewqas ji navê Kurdistanê ditirsin ku, bi van perçeyên Kurdistanê ve bizeliqînin! Welleh berî çend salan perda guhên me qulkiribûn bi Kurdistaneke serbixwe, kuro niha, ne serbixwe ma û ne gotina Kurdistan ma.

Ellawekîl dibe rojek bê ku navê wê bikin (Rojnaçeava), îca nexwezya min bi wî kesê ku serzelût û keçel be, welleh wê germa rojê bîst û çar tirran jê wan berde laww!

Kurdistan, 29.07.2015

About The Author