Nêçîrê me lotikek avêt û peyamek belav kir

Belê, serokwezîrê germik û nermik, xweşik û çeleng, seksî û lihevhatî kak Nêçîrvan Barzanî, di derbarê azadkirina Şengalê de lotikek avêt û peyamek belav kir. Peyama ku bi şîr û şekir hatiye nivîsandin û bi goştê mirîşkan hatiye pijandin li jêrê ye.

Canekan û ezîzekan…

Dilşa me ku tevî hesta hemû gelê Kurdistanê û azadîxwazên cîhanê, li ser navê Hukûmeta Herêma Kurdistanê, pîrozbahiyê li birêz Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistanê û fermandarê giştî yê hêzên çekdar û serperiştiyarê giştî yê operasyona azadkirina Şengalê û hemû pêşmergeyên qehreman yên vê dastanê bikim, herweha pîrozbahiyê li gelê Kurdistanê bi awakî giştî û bi taybetî jî Kurdên Êzidî yên xoştivî û Mîrê Êzidiyan û Babaşêx û endamên Civata Rohanî û hemû welatiyên devera Şengalê dikim bi helkeftina azadkirina Şengalê, serê rêz û hurmetê jî ji bo canê paqijê Şehîdên vê qehremaniya Pêşmergeyan ditewînim û em hevparên kovana kesûkarên wan ne û hêviya çareseriya lezgîn ji birîndaran re dixwazim.

Li vir em spasiyeke mezin ya serokatî û îdare û leşker û gelê Amerîkayê dikin ji bo yekdengiya wan li ser alîkarîkirina Pêşmergeyan û alîkariya wan ya di operasyona azadkirina Şengalê de. Em herweha spasiya hemû welatên nava hevpeymaniya li dijî Daişê dikin û spasiya hemû welatên cîran û dost dikin ku di berbrûbûna Daişê û dûrxistina wê ji xaka Kurdistanê û parastina azadî û bihevrejiyanê de li Kurdistanê, piştgîrên gelê Kurdistanê bûne.

Azadkirina Şengalê ji bo me weke gelê Kurdistanê û hemû azadîxwaz û mirovperwerên cîhanê, manayeke mezin ya xwe heye. Terorîstên Daişê karên pir qirêj û hovane li Sûriyê û Iraqê û deverê pêkanîne, lê belê komkujî û hovîtiya herî mezin li Şengalê pêk anî. Daişê enfaleke nû li Şengalê di derheqa neteweya Kurd de pêk anî, bi sedan jin û keçên Kurd revandin, tevî ku bi hewlên Hukûmeta Herêma Kurdistanê hejmareke mezin a wan hatine rizgarkirin jî, lê belê mixabin hê jî gelek  di bin destê wan de mane û heta yek jina Kurd ya Êzidî jî di destê Daişê de mabe, kovana komkujiya Şengalê di dil û hesta me de bi dawî nayê. Emê hemû hewlên xwe bi kar bînin ji bo rizgarkirina hemû jin û keçên me yên di destê Daişê de,  herweha Hukûmeta Herêma Kurdistanê dê li ser hewlên xwe berdewam be ji bo ku komkujiya Şengalê di sewiya navdewletî de weke genosîd bête naskirin.

Di encama êrîşa hovane ya terorîstên Daişê de, Şengal rastî wêrankariyeke mezin hatiye, beriya niha jî me li ser mezarê Şerfedîn li devera Şengalê ragehandibû û niha jî dubare dikim ku garantîkirina xizmetên giştî û avakirin û pêşdebirina bajêrê Şengalê û deverê bi awakî giştî, dê ji karên pêşin yên Hukûmeta Herêma Kurdstanê be, em ji civaka navneteweyî jî dixwazin ku di vî warî de alîkariya me bike. Herweha ji xelkê xoştivî yê Şengalê re jî dibêjim ku emê hemû hewlên xwe di warê yasayî û îdarî de bi kar bînin ji bo ku piştgîriya daxwazên welatiyên deverê yên biparezgehbûnê bikin.

Cardin ev serkeftin li hemû gelê Kurd pîroz be.

Nêçîrvan Barzanî
Serokwezêrê Herêma Kurdistanê
13.11.2015

KRG

About The Author