Juni 7, 2023

Aha îcar Rûsya li pataxê ket!

Polat Erdem

Em Kurd birastî jî xwelîser in. Hem jî xwelîya heft gundan bi serê me de rijiyaye. Ji bo piçek berjewendî û malê dinyayê, ji bo piçek nav û deng û çend nîhandinên xanimên Tirk, em karin her tiştî bikin. Em karin qûna dijminên xwe balêsin, em karin wan bikin taca serê xwe û em karin wan bera ser xwe jî bidin. Erê em wan mezin û bilind dikin, lê em ji bîr dikin ku em xwe jî piçûk û bêşexsîyet dikin.

Ê de ji xwe re binerin bê xortê Colemêrgî, şivan û gavanê Colemêrgî Aydin Aydin begefendî çi kiriye.

Stranbêj û lotikvanê Colemêrgî Aydin Aydin, ji bo ku xanimek Rûs di klîpa wî de cîh stendiye, çend CD yên klîpa xwe şewitandin û qaşo Rûsya û Pûtîn protesto û şermezar kir. Çima ku Rûsya û Pûtîn hinek karkir û karmendên Tirk ji Rûsya avêtin der û rê li ber çûn û hatina Tirkan girt, xuyaye li zora Aydin Aydin efendî çûye. Wî jî rabûye çend CD yên xwe çewitandine û zîtirkek Colemêrgî avêtiye.

Olan oxlim, çima Bulent Ersoy Rûsya û Pûtîn şermezar nake? Çima Fatîh Urek û qûnekên mîna wî Pûtîn şermezar nakin? Çima hunermendên Tirk Rûsya û Pûtîn şermezar nakin, lê tu dikî? Hem jî yekî Colemêrgî?

Aha em Kurd ev xwelîser in ha gelî lotikvanan.

Em ji xelkê re hêkan, lê ji xwe re zelqên elok û mirîşkan dikin wesselam…


Îzmîr

turkucu-aydin