ŞÛŞE ŞEMATOK Û TENİK E, ZÛ DIŞKÊ

Rêwîyê Kal

Bi malbatî li ser sifrê runiştibûn taştêya sibê dikirin. Keça malê ya biçûk Zeyno parîyek nan qet kir, perçek penêr kir nav avêt devê xwe. Destê xwe avêt şûşa çayê ku bi ser de vexwe, şûşe ji dest de ket û şikest.

Bavê wê, bi hêrs got:

* Keça min tu êdî ne zarokî, nikarî şûşê di destê xwe de bigirî, mêze te şikand.

Zeyno, bi dengeke nizm û şermoke:

* Na bavo ez karim şûşê di destê xwe de bigirim.

* Êê

* Eta min Gulo şûşa hindî pir bi deterjanê dişo, şûşe him tenik him jî şematok bûne, ji ber wê ji destê min şemitî û şikest.

Bavê wê di bin simbêlê xwe de kenî û zivirî ser Gulo:

* Tu jî şûşan bi şûştinê tenik neke, bila neşkên.

Xûyê Kurda ye, tu carî kêmasîyên xwe, xeletîyên xwe qebul nakin. Hemû sûcên xwe dikin stûyê yekî din, sedema malxirabîya me jî ev e. Sîyaseta me, rêvebirên me, partî û rêxistinên me li ber sekerata mirinê jî şaşîyên xwe qebul nakin mixabin!

About The Author