Xaltîka me go „federasyon“

Bavê Cengo

Li ser bextê fitne û fesadên bajarê Qamişlo û Kobanê be, dibêjin rayedara TEV-DEMê û Hevseroka Meclîsa Sûrîya Demokratîk (MSD) xaltîka me Îlham Ehmed, ragihandiye û gotiye: “ Ez bi serê Esed, Pûtîn û Obama kim, wê Sûrîye bibe piçik û parî û wê bibe sê herêmên federal ûyan jî xweser“ û kêfa me anîye.

Piştî hinek lotikên din, xaltîka me Îlham Ehmed dîsa got: „Ez bi serê Îsa, Mûsa û Mihemed kim, Sûrîye vedigere ser sîstemek federal. Li Sûriyê wê sê herêmên federal û xweser pêk bên. Her herêmek wê bi xwe xwe bide meşandin û xwedan rêveberî û parlamento be allahwekîl“ û pê de çû.

Ez serê xwe û we neêşînim gelî lotikvanan, em hêvîdarin wê dengê xaltîka me Îlham Ehmed here xwedayê erd û ezmanan û rebbê alemê van gotinên wê bisediqîne. Ez hawara xwe digihînin Zerdeştê Kal û Şêx Evdilqadirê Geylanî ku Sûrîye bibe piçik û parî, bibe sê herêmên federal û Kurd jî di wê federalîyê de bibin mîr û wezîrên xwe, bibin şifêrê trimbêl û otobozên xwe.

Ê de ma xwedê û melekê mewtê…

Qamişlo

About The Author