TAKê dîsa dest bi TEQ û REQê kir

Firildeq Elî

Piştî xew û razana salên dirêj, TAK a me (Teyrên Bazên Kurdistanê) dîsa ji xewa giran veciniqî û morîka xewê ji guhê xwe derxist, an jî hat derxistin. TAK a ku her serê çend salan ji xewê vediciniqe û bi çend lotikan hebûna xwe eşkere dike, îsal jî ji xewa giran veciniqî û dest bi teq û req û lotikan kir.

Ê de li ser xêrê be rebbî…

Li ser bextê fitne û fesadên nava Ajansa ANF be, li gor ANF, TAKê belavokek qerase belav kiriye, çend lotik li dewleta virqo xistine û mîrkutek jî li nav serê PKK xistiye.

Dibêjin xwedêgiravî TAKê gotiye: „Awa û şêwazê şerê PKK pir germik û nermik e, pir mirovperwer û humanîst e. Şêwazê şerê PKK û rêxistinên din me girênade qardaşim, em nikarin wek PKK germik û nermik û bi humanîstî şer bikin“ û pê de çûye.

Dîsa TAK gotiye: „Emê li her derê Tirkîyê dest bi çalakîyên teq û reqê bikin û qûşê li dewleta Tirko û virqo biqetînin. Hemû dem û dezgehên dewleta faşîst wê bibin hedef û armanca me, wê hemû deverên Tirkîyê bibin qada şerê me“ filan û xeftan.

Ez serê we û TAKê neêşînim gelî lotikvanan, a balkêş ew e ku TAK berê xwe dide dewleta Tirk (hikûmeta AKP jî wek parçeyek ji dewleta faşîst dibîne), ne tenê hikûmeta AKP û Erdogan, lê dewletê wek hedef digire.

Û PKK?

Ew jî tenê berê xwe dide AKP û Erdogan û dibêje: „Bi allahwekîl tu pirsgirêka me bi dewletê û artêşa Tirko re tuneye -li daxuyanîyên Murat Karayilan û Duran Kalkan binerin-“

Werhasilî kelam, heke TAK xwedîyê gotinên xwe be û birastî jî bajar û metropolên Tirkîyê li dewleta Tirko bike cehneme, xêr e, pîroz e û wê encamên xwe bide. Na heke dîsa wek berê gotinên wê li ser kaxezan bimînin û têkeve xewa giran, me pê girt û hûn sax..

Ê de ma xwedê û Şêx Evdilqadirê Geylanî…

Stenbol

About The Author