Xaltîka Fatê û Nanxwerê Cilqetên

XALTÎKA FATÊ

Bi xwedê min digo qey tu mirî yî û goştê te gorna mêşa xwariye, lê wê rojê min nerî ku ti hê sax î û dengê te min bihist. ŞŞŞŞŞŞŞŞŞŞABAŞ ji xwedê re ku tu bi selamet î! Ez bi gora bavê te kim, ezê mewlûdekê ji bo Şêx Evdilqadirê Geylanî bidim. Bila bibe xêra halet û hacetên nav şeqê min û te wesselam.

Xaltika Fatê, wek ku tu zanî li Nisêbînê cihok hatin vekirin ( ji xwe cihok hebû, av di nav mihelê re ji xwe diherîkî ). Yanî bêhtir hatin kolan, ji bo ew Çarçefên Iranîyan nelewitin ew cihok kûrtir kirin û navê wan cihokan kî kirin xendek. Nuha jî segbavên Tirkoleran ew cihok kirin mahnae û li nava mihelaê talîmê ( tatbiqatê ) dikin. Ez jî wî bajarî, ji Nisebînê me. Zêdeyî 20 hezar kes jê revîya ne, xaltîk, metik, xwarzê, birazî û birê min jî revîya ne. Ez jî di qurçika xênî de nan û pîvazê dixwim. Sê çar pîvaz û kilok ardê min maye , heger seatkê duduwa qedaexêe rakirin, ezê herim dikanê çend kilo pîvaz û çend kîlo ard bi deyn bênim.

Lê tiştê herî ecêb çiye ? 27ê Sibatê min di Ajansa Firatê de xwend, dibê kes ji Nisêbînê der neketîye. Îcar ez ji xwe yeqîn bikim yan ji ANF?

Ez di bextê doxîna te de me Xaltîka Fatê, ez zanim sîxurên te yên sererd û binerd pir in, ji min re ya rastî bêje. Bi Şêx Evdilqadirê Geylanî bes bahwerîya min bi te tê, bahwerîya min bi min jî nemaye allahwekîl.

Ez di bextê te de me, serê min bûye kundir û mejîyê min jî bûye çeqilmast. Îcar bersivekê bide min berî go ez bibim mehîra bê mast û xelas..

silav û rêz

Nanxwerê Cilqetên

Nisêbîn

“““““““

Bismillahirrahmanirrahim

Law Nanxwerê Cilqetên, belqitîyo, madem xelk terka Nisêbînê dike, tu wek wan mişkên bin kewaran di qurçika wan xanîyên hilweşîyayî de çi dikî oxlim? Law hingî tu nan û pîvazê dixwî, bêhna devê te tê heta koçk û seraya Lotikxanê jî bavê min, welle û bille em bi bêhna pîvazên te gêj bûne, serxweş bûne û wek mirîşka gêj li me hatiye wî. Law sibê pîvaz, nîvro pîvaz, êvarî pîvaz, paşîvê pîvaz, ma çawa rovîyên te nakin kazewaz xwedêhişto! Yan pîvazên te demokratîk in go rovîyên te nateqin û qûna te serî hilnade malnexirab! Law madem te dest bi şoreşa xwarina pîvazê kiriye, çend çewal sîr jî bikire û bi pîvazê re bixwe, bela tam bibe quzilqurt û bibe wek bombeya atomê wî.

Tu zani ne wilo, gava sîr û pîvaz tevlihev dibe û bêhna wan hevdu temam dike, bandora jehra wê 100 qatî ji bombeya atomê û bombeya hîdrojenê girantir dibe. Îcar go ew bombeya sîr û pîvazê li Nisêbînê biteqe, tu zanî wê çi bibe? Bi allahwekîl û bi serê Şêx Evdilqadirê Geylanî kim, wê bibe wek Tsûnamîya Asyayê û Nisêbînê li ber xwe bibe. Bi vî awayî ne eskerên Tirko di Nisêbînê de dimînin, ne jî xendekçî û cihokçî. Wê Nisêbîna rengîn sedî sed azad bibe û bibe kantonek serbixwe, demokratîk û ekolojîk wesselam..

Axir…

Te go ANF gotiye xelk ji Nisêbînê dernakevin?

Ê ji xwe dernakevin oxlim, ma derdikevin?

Dernakevin ji ber rebenan tên kujtin û nikarin derkevin. Yan wek te di qurçik û quncikan de nan û pîvazê dixwin, yan jî bi lib û dendikên sîr û kundirên Nisêbînê qebiz dibin, gû di wan de hişk dibe, bi jehrî dikevin û dimirin. Nebû nebû bi fîşekên qûnbicilikên Tirko û şêrgeleyên xendekçîyan tên kujtin û azad dibin. Îcar ma ne xebera ANF ye? Ma kes kare ji Nisêbînê derkeve oxlim?

Îcar ya Nanxwerê Cilqetên, cîgerim!

Heke tu bi ya xaltîka xwe Fata çavbelek û zimanxweş bikî, ezê ji bo xatirê xwedê û pêxemberê ometê şîretekê li te bikim. Şîretek erzan û belaaaşşşşşş haaaa!

Ji qurçika xênî derkeve, here sûka bajarê Nisêbînê, çewalek sîr û çewalek pîvazên no (tûj) bikire û bîne qurçika xanîyê xwe. Sîr û pîvazên xwe bihêre, tevlihev bike, çend serkulên kerê û çend tepikên rîxa çêlekên gundê Kelehê têxe navê. Piştre di nav de bimîze ji bo asîta wê zêdetir bibe. Piştî te ev hemû kirin, wê xwarin û pelûla xweş têxe kîsikên naylonî û li laş û bedena xwe bipêçe. Piştî te li laşê xwe pêça, îcar derkeve nav kuçe û kolanên bajarê Nisêbînê. Hema tu ji kê aciz bû, di kêleka wan re bimeşe bes e. Ez bi serê bavê te kim, wê wek wan mêşên jehrxwarî li wan bê. Bi bêhna pelûla sîr û pîvazên te wê yekser bêhiş bikevin û jehrî bibin. Yan jî biçe ser xanî û avahîyek bilind, wan kîsikên pelûlê li ber bê berde ser bajarê Nisêbînê, yek û yek e allahwekîl. Heke bi vî awayî ji Helebçeyê xerabtir nehat serê Nisêbînê, zanibe go xaltîka te bi tiştekî nizane. Hem wê qûnbicilikên Tirko tê de nemînin, hem wê Nisêbînî ji cihok û xendek û koncalan azad bibin, û hem jî ji ber vê qencî û xêra xwe tê mifta bihuştê têxe bêrîka xwe. Û li bihuşta rengîn tê çi bikî? Helbet tê bibî mêrê 72 horîyên spehî, bedew, germik û nermik.

Lê binere oxlim, tu li bihuştê jî nan û pîvazê nexwî haaaaaaa!

About The Author