Xaltîka Fatê û porê başûrîyan

Xanima delal Fatê, ez nivîsên te dişopînim û şîretên te wek morîka xewê dixim guhê xwe.

Min dixwest ez tiştekî bi te bişêwirim.

Ez bala xwe didimê çend kadir û giregirên partîyên Başûr porê wan spî nabe, tim reş e û dibiriqe.

Birastî ez ji “dermanolojiyê” tiştekî fêm nakim, lê gundî û cîran dibêjin ku ew porê xwe “yan hine dikin û yan jî boyax dikin”.

Îcar niha ez dixwazim “lêkolînekê” li ser porboyaxkirinê çêkim. Heger di vê derbarê de berhem û materîal li ber destê te hebin, ji kerema xwe ji min re bişîne.

Fadilê Kosretê Elî / Hewlêr

 ==========

Tewww mala minê!

Jixwe hertişt qediyabû mabû dora porê rengo-rengo!

Ê law ma serê te bi porê xelkê ketiye bavê min?

Kurê ciwamêran karin porê xwe reş bikin, şîn bikin, sor bikin û kur bikin. Û hetta karin serê xwe  bidin ber gwîzan û cilêtan û wek mirêka erd û ezmên lê bikin.

Te go hine û boyax dikin?

Nalo?!

Weyyyyy, bi xwedê îcar min mesele fêmkir brakoooo!

Ez dibêjim du sedemên hine û boyaxkirinê hene.

Yek: Dibe ku kesên porê xwe hine û boyax dikin hinek îhale ji şîrketa Almanya “Şwarzkopfê” girtibin û ji bo reklama boyaxa wan jî porê xwe boyax dikin.

Dudu: Dibe ku ji ber porê xwe yê spîbûyî bên “teqawîtkirin” û ji “kursiyê” xwe bibin. Ji ber vê tirsê jî porê xwe reş boyax dikin da ku temenê xwe veşêrin,  meqamên xwe wenda nekin, çend salên din jî dizî û gendelîyê bikin û li ber dilê jinên xwe şêrîntir bibin.

Wekî din heger sedemek din hebe haya min jê tune.

Lê ez karim ji bo xatirê lêkolîna te xwe bavêjim tor û bextê şîrketên hine û boyaxçêkirinê û înformasyonek baş li ser “çima porê hinek kadirên partiyên Başûr reş in û naweşin” bistînim canekem..

About The Author