Devliken Kelogirî

Ji cem Seadetê rabûm û ez derketim derve.
Ev serê çend rojan e neçûbûm cem Salih.
Li derve qefalî hebû. Te yê sûnd bixwara ku zivistan paş ve vegariyaye. Min xwe civand ser hev û berê xwe da metrobusê.
Ez di trafîq û qelebalixiya Stenbolê nim! Ji derdê vê trafîq û qelebalixiyê, Stenbol li ber çavên min reş bûye. Qey hema ez kêsê pê dixim, kêliyekê jî li vî bajarê teres nasekinim. Lê hin tişt hene, nahêle. Hewce nake ez qala wan tiştina bikim. Jixwe hûn zanin ez li ser çi dibêjim.
Axir;
Ez ketim metrobusê û metrobusê mîna marekî rê li xwe pêça.
Dema dikevim metrobusê, di hundirê metrobusê de ez paşiya xwe diparêzim, pêşiya xwe serbest berdidim. Mêraniyê ji dest bernadim.
Metrobus her li rawestgehekê disekinî, qefleyek jê peya dibû, qefleyekî xwe li hundirê wê diqewimand.
Li rawestgeha Yenîbosnayê peya bûm. Wek xwe yî her car, carina di metrobusê de jî dema yekî mîna xwe dînoke dibînim, pê re sohbet dikim. Vê carê jî min bala xwe dayê, yekî sermazîkî li pişt min sekiniye û bi peyvên min dikene, devê wî dihere li paş guhên wî disekine. Min go bi telaq ev ne temam e û bi kêrî min tê. Em bi hev re li rawestgeha Yenîbosnayê peya bûn.
Ez carekê li xwe zîvirîm ku li pişt min e û hîrtehîrta kenê wî tê.
Min go; „Wehh! Tu ji ku derketî?“
Keniya go; „Ez jî li vê taxê rûdinim.“
Û me xwe da tengala hev. Min texmîn kir tirkekî entîke ye. Û min dest pê kir, repandê.
„Ez di rebê Stenbolê nim! Hew derdê wê tê kişandin.“
„Abê, ev sûriyeyî hene sûriyeyî, wan sûriyeyiyan vir perîşan kirin.“
„Lawê min, xwe têxe şûna wan. Guneh in. Wer nebêje. Şer ketiye mala wan. Rebenan perîşan in. Ji mecbûrî xwe li vir qelibandine; ne ji kêfî…“
„Abê, ez te fêhm dikim. Wek te ye. Lê PQQ jî bi wan re hatine. Her der bûye PQQ…“
„Lawê min, dewlet bi xwe bûye PQQ. Erdoxan PQQ ye. Dawitoxlû PQQ ye.“
„Abê weleh tu rast dibêjî. Hemû PQQ ne.“
„Dewlet bênamûs e.“
„Dewlet Bahçelî, abê?“
„Na na. Ez li ser dewleta te dibêjim. Lê Dewlet Bahçelî jî qasî dewleta te bênamûs e.“
„Çima abê?
„Çawa çima abê? Heger namûs di pozê Dewlet Bahçelî de hebûya, wê ji dewletê re bigota Apo daliqîne. Giravek li ser hesabê Apo tapo kirine û Apo li wir dewleta we li ser tiliya xwe zîz dike.“
„Weleh tu rast dibêjî, abê. Apo bela serê me ye.“
„Ez di quzê dêya dewletê nim! Dewlet bênamûs e“
Dengê min piçekî zêde bilind bûbû. Yextiyarekî heftê û pênc-heyştê salî li ser peyarêkê li xwe zîvirî, min nêrî, go; Lawê min, wê peyvê bi kar neyne. Eyb e eyb…“
Min go; „Kîjan peyv xalo?“
Go; „Quz“
Min go; „Wa ye te jî go quz. Binêr ne eyb e…“
Go; „Hi iii!…“
Min go; „Hii lee…“
Û ez û hevalê xwe yî sermazîk bi raterqa hev ketin û me meşa xwe dewam kir. Her ku ez dipeyivîm, wek hespê hatibe fahl dibû hîrtehîrta wî, dikeniya. Ez fitilîm ser wî;
„Kuru, destgirtî mestgitiya te heye?“
„Na abê. Çi destgirtî mestgirtî.“
„Lawê min, ev rewş rewşa te be tu yê fîrmaya sabûnê ya Hecî şakir li îflasê biqewimîne.“
„Hi ii?“
„Hii û serî“
Ez gîhaştim serê qoziya sikaka mala Salih û me xatir ji hev xwest. Berî ez li sikakê bizîvirim, niqurçî min;
„Abê, te çi vexwariye? Serê te bûye super yaw. Ez jî jê dixwazim.“
„Meyîra Seadetê“
„Ew çi ye abê.“
„Here ji Dewlet Bahçelî bipirse di nav sînorên dewleta te de bi haweyekî îlegal çêdibe û tê xwarin.“

About The Author