Şêx çû, tizbîya wî ma!

Rêwîyê Kal Pir na ji vir 60 sal berê kesî doktor nizanibû, wexta nexweşîyek çêdibû berê xwe didan ocaxa şêxan. Bi xelat û diyarîyan şêxan bi ser wan de...

Rêwîyê Kal

Pir na ji vir 60 sal berê kesî doktor nizanibû, wexta nexweşîyek çêdibû berê xwe didan ocaxa şêxan. Bi xelat û diyarîyan şêxan bi ser wan de dixwendin, heke pak bibûna şêx dibûn xwedî nav û deng, heke sax nebûna digotin “Xwedê Teala nesîbê wî/wê birî”ye!

Li devera Mûşê jî şêxek gelek bi nav û deng hebû, serê kê biêşîya xwe diavêtin ocaxa wî. Şêx gelek malê dinyayê berhev kir paşê çû ser dilovanîya xwe. Sê kurên wî hebûn, hemûyan jî tehsîl kiribûn û bibûn xwedî meslek, dev ji şêxîtîyê berdabûn. Pîreka şêx bi tena serê xwe li gund jiyana xwe berdewam dikir.

Xelkê wê deverê piştî wefata şêx jî, wek berê dîsa berê xwe didan mala şêx. Pîreka şêx bi tasê av bi ser nexweşan de dikir û tizbîya şêx li ser birînên wan digerand.

Yekî got: “ Em hatin şîfa bibînin, tu bi vê tasê û tizbîyê çi dikî? “

Kulfeta şêx got: “ Ma ezê çi bikim? Ne dia zanim ne jî doktor im. Şêxê delal çû, tasa ku pê av vedixwar û tizbîya destê wî ma, bi wan şîfayê digihînim we jî nabe heyran…”

Meha Nîsanê hat, wê mirîdên demokratik dîsa berê xwe bidin gundê şêx Evdila, wê dîsa xwelîya devdora malê bi ser xwe dakin û yekser bibin xwelîser. Bajar wêran bûne, cîwan hatine kuştin, ji wan re ne xem e!

Kurdistan

Categories
KadînQuncikRêwîyê Kal
  • Radyoya Êrîvanê sêwî ma

    rojnamevan û rewşenbîrê Kurdên Ermenistanê Keremê Seyad di 82 salîya xwe de ji nav me koç kir û em xemgîn kirin. Keremê Seyad, di 1960î de li Radyoya Êrîvanê...
  • Lotika Papa xweş lotik bû

    Serokê Vatîkanê û Serokê Rûhanî ê Mesîhîyên Cîhanê Papa Franciskus di 07.03.2021ê de pêşî serdana Iraqê û piştre jî serdana Kurdistanê kir. Papa li Bexdayê bi şûr û kêran...
  • Başûrî, mîrasê serokê nemir Mistefa Barzanî dixwin…

    Rojhat Amedî Sed heyf û mixabin em îro dibînin ku jimareyek berçav ji desthilatdarên başûrê Kurdistanê tenê bi gotin li ser rêbaza Barzaniyê nemir mane. Tenê li ser mîrasa...
  • BARÎNA KUTILKAN

    M.Bengo Navê tirolê Bexdê ( Bexdayê) derketiye, lê birastî Xerdelê me heft pêhn li wan xistiye. Xerdelo tirolakî xwedê bû, bi çakûça xwe ji mal bernedida. Ne tenê tirole...