Mirîşka demokratîk

Firildeq Elî

Belê, mirîşka me ev serê çend salan e bi nexweşîya demokratîkbûnê ketiye û em pê re mane halekî heyirî.

Mirîşka me berê netewperwer û îlkel mîllîyetçî bû, mirîşka mala xwe û xwedîyê xwe bû. Lê piştî ku bi vîrûs û nexweşîya demokratîkbûnê ket û îdeolojîya „azadîya mirîşkan“ parazt, destê me ji hev qut bû, em li ber çavên hev reş bûn.

Mirîşka me êdî di civînên mirîşkên azad de dike „qide qid“ û dibêje: „Em ne namûsa dîkan e, mirîşk, jiyan, azadî!“ û nikilê xwe li zibil dixe. Tew mirîşka me daye dû qûna çend mirîşkên cîranên me û îcar bûye dijminê qewmê xwe, serxwebûna mirîşkistanê heram dibîne û dibêje: „Me pir ji destê netew-mirîşkistanê kişand. Xuşk û bratîya mirîşkên dinyayê ji mirîşkistanek serbixwe girîngtir e“ û li ser sergoyê cîranan bang dide.

Ez serê we neêşînim, mirîşka me demokratîk e û rojê sê hêkên demokratîk dike. Lê çi hikmet be, mirîşka me ji xelkê re hêkan û ji me re zelqan dike wesselam…

About The Author