Polêsên te wê bi kîrê min bigirin!


Rêwîyê Kal

Kurdekî Sêwasî li dikana xwe, bi midurekî polês re rûniştibû, suhbet dikirin. Dît ku gundîyê wî Osman ber bi dikanê ve tê. Osman zilamek hinek saf hinek jî dîn e, wexta hêrs bibe tewşo mewşo dibe û dide çêran.

Firoşger ji midur re got: “ Evê tê gundîyê mine, ez hinek hêrs bikim tu jî bitirsîne.”

Osman hat silav li wan kir û rûnişt.

Firoşger: “ Midur beg, çima ku ez bêdestuûr li hespa wî siwar bibûm Osman li gund gelekî li min xist. Ez gilîyê xwe bi te de dikim, vîya bigirin biavêjin nezaretê.”

Midur: “ Waa çawa kare li texe, qanûn heye, nîzam heye, lêdan sûc e.” Mexsûs destê xwe avêt mandala têlsizê û anons kir: “ Tîmekî bişînin, sûcdarek li vir heye, bila binçav bikin.”

Osman: “ Midur miduurrr, polêsên te wê bi kîrê min bigirin, heke sûcê min hebe jî, gund ne di sînorên herêma polês de ye, divê cenderme were.”

Li ser vê berteka Osman, firoşger û midur bi kena ji xwe ve çûn werhasil.

Bi şerê xendekan polês jî cenderme jî cerdevan jî tûj kirin û şandin ser Kurdan, dikujin, di perçiqînin, binçav dikin…

Çetedewlet nayê demokratîzekirin heyran, divê ew çetedewlet bê hilweşandin ku tolaz nikaribin li ser axa Kurdistanê pîrekên 70 salî binçav bikin. Heke pozê we naşewite, heta cehnemê rê ya we vekirî be…

About The Author