Seroka terorîstên Kurdistanê hat girtin!

Piço Mihemed

Belê, dewleta Tirk Seroka Terorîstên Kurdistanê Sîsê Bîngol girtin û berê wê dan girtîxanê.

Xaltîka me Sîsê Bîngol bi temenê xwe zêdeyî 70 salî ye. Ne kare rahije keleşkofan, ne jî mîtralyoz û cebilxaneyan. Lê lotikvanên dewleta Tirko bi operasyonek leşgerî girtin ser gundê Badan ê Mûşê, destê xaltîka me Sîsê kelepçe kirin û berê wê dan dadgehê.

Piştî xoş û bêşa li dadgehê, dadwerê dewleta çeqilmastan xaltîka me Sîsê Bîngol bi tohmeta ku alîkarîya terorîstan kiriye, wek Seroka Terorîstên Kurdistanê ceza lê birrî û berê wê da zindana Mûşê.

Nevîyê wê ZeynelAlî Bîngol rabûye ser tapanan, li ber girtina pîrika xwe Sîsê ketiye û ji çapemenîyê re gotiye: „Law min di we kirino, pîrika min çawa kare bibe terorîst? Bi vî temenê xwe çawa kare dewletê parçe bike oxlim!“ û daye lotikan.

Êêêêêêê, ji dewleta Tirko re terorîst terorîst e qurban. Ne temen nas dike, ne sînorê mirovatîyê. Bes ku Kurd be û hew!

Mûş

About The Author