Xew çû hew tê lo!

Nizanim çi bi min hatîye?
Ev serê du mehan e ku xew bi çavên min nabe. Çav li min bûne wek zotika mirîşkê. Dişewitin û hey dişewitin; tu yê sûnd bixwî ku hinekan kulmeke xwê bera hundirê van çavan dane, sorperitî ne, jan didin.
Serî datînim ser bahlîfê bi derewa ye…
Xwe bi vir de diqulipînim bi derewa ye…
Xwe bi wir de diqulipînim bi derewa ye…
Bi derewa ye… bi derewa ye…

Heya destê sibê karê min ev e. Heya ku bêhemdî xwe ji ser hişê xwe ve diherim ango bêhiş dikevim…
Ji ber vê bêxewîtîyê êdî mejî û derûnî li min bûye çeqilmast. Dema di rê de diherim, wek zarokên li hovistanê mezin bûbin û cara ewil çav li bajêr ketibin, lotikan didim xwe û dev davêjim derdora xwe…

Wê rojê ez li trimbêlê siwar hatim. Ji bo serdana hevalekî ez ê biçûma deverekê. Di trimbêlê de ji xeynî min, heta dev serî di ber serî de tije bû. Ji xeynî kesên rûniştî, li ser linga jî me xwe bi qûna hev girtibû.
Ne xema kîrê şifêr bû, cîyê qûna wî germ  û xweş bû. Cmêr kaseta “Ankara Misket” avêtibû ser teybê û deng li hundirê trimbêlê li hev vedigerîya, olan dida, xumînî ji trimbêlê dianî…
Ez ez bûm, ma qey dibû li ber wê muzîkê xwe bigrim. Bi Xwedê bi awayekî rîtmîk û ahengîk min xwe hêdî hêdî avêt ber bayê muzîkê û bi ber bayê muzîkê ketim. Her çiqasî çend canik û camêran di bin çavan re mirûzên xwe tirşomirşo dikirin û wek min qebhet kiribe li min dinêrîn jî, ne xema terikê min bû. Min li kêfa terikê xwe dinêrî.
Ligel wan kesên ku bi çavê dînan li min dinêrîn, yextîyarek li nig min bû û kêfa wî ji min û beradayîtîya min re hatibû û wî jî xwe bi min re dihejand, kildikir. Dîyar bû ew jî perçakî mîna min bû û jîyan li gorî kêfa kîrê xwe dijîya…
Welhasil piştî kêfa kêlîyeke kurt û kin, em dîsa li normalîteya xwe vegerîyan; her çend normalîteya wan ji bo min anormalîte bûya jî…
Axir, kêfa min û yextîyêr ji hev re hat û me dest bi sohbeteke hûr û kûr û dûr kir.
Hîna em nuh li sohbetê germ bûbûn û me sohbet xweş kiribû, trimbêl gîha rawestgeha ku ez ê lê peya bibûma û peya bûm.
Ez carekê li xwe zîvirîm ku ew yextîyar jî li pey min e û dilezîne da ku xwe bighîne min. Min got, “Xêr e xalo, tu çima peya bûyî? Cîyê tu yê herî hîna heye, ne vir e…” Rebeno li min nêrî, li xwe nêrî, li trimbêlê nêrî û di ber xwe de go “Wîî! Nahlet li çavê şeytên bê!” û paş ve revîya. Xwedê mala bavê wî stirand ku trimbêl di lambeyên trafqê de sekinîbû. Yan na pê girtibû!
Lê çima ehmeqîyên xwe bera stuyê şeytên didin, bi rastî jî nizanim…
Şeytên xwe li ber Xwedê netewandîye, ev mejîçivîkina radibin  ehmeqîyên xwe dibin dixin bin dawa rebenê şeytên.
Bi şeref ne ji şeytên bûya, ferqa me û pez tune bû weselam!

Bû êvar ez bi hevaleke xwe ya fiqur re peyivîm, bi wê şêwirîm. Xwedê Teala hevaleke wiha neke qismetê dijminê min… Min derd û nerehetî û acizîya xwe bi wê re par ve kir. Min got, “Keçê ev rewşa min ne tu rewş e û divê em ji vê rewşê re rêyekê, çareyekê bibînin.” Gote min, “Here dermanê xewê bikire û bi şev berî ku tu yê razê bi du saetan bixwe, tu yê xwe wek çivîkan hîs bikî û pirsgirêka te ya xewê namîne…”
Ez çûm dermanxaneyekê û min ew dermanê ku hevalê bar giranê pêşnîyrî min kiribû xwest. Dermanfiroş li min nêri got, “Ji bo te ye?” Bi hêrs min got, “Na ji bo pîrka te ye. Ma tu li çavên min nanêrî bûne wek quzê dîya te…!” Yek ji min, yek ji wî, hindik mabû em bireqînin nav çavê hev, camêran em ji hev veqetandin. Axir, piştî kurtepevçûnekê, min dermanê xwe kirî û vegerîyam malê. Lê dibe ku bi we balkêş û xerîb were; çawa ew derman ket nav kefa destê min, xewekê girt ser çavê min, laşê min sist bû, devê min wek qaçika bizinê ji hev çû. Min di dilê xwe de got, “Weheww! Welle bi pêbûna dest ev tesîr li min bû, tew ku ez bixwim ew ê çi tofanî rabe gidî! Ji sedî sed ez ê çil û heyş saetan bênavber razêm.”
Welle ez serê xwe û we neêşînim, min heba xwe avêt kemçika devê xwe, min rahişt pirtûka rehmetîyê Fewaz Husên a “Parîsabad” û min feq li ber xewê veda. Saetek… du saet… sê saet… mele û dîk ji bo banga sibê bi xwe hisîyan, lê hîna pirtûka rehmetîyê Fewaz di destê min de bû û dê hêdî hêdî ber bi qedandinê ve diçû.
Haa, ez ji bo peyva “rehmetî” kevkanîkekê, bibore kevaneyekê vekim, “rehm” li mirîyan jî dibe, li saxan jî, lewma jî bila tişt neyê ber dilê we û bi taybetî jî ber dilê kekê Fewaz. Xwedê emrekî dirêj bike qismetê wî û bi hêvîya trêneke pirtûkên din binivîse û bike dîyarî ji bo kurdîhezan…
Ez vegerim ser meseleya xwe…
Mele û dîk bi hev re duet kirin, avêtin ber hev, ez hîna şîyar bûm.
Mele vegerîya niv nivînê jina xwe, dîk ket nav mirîşkê xwe, ez hîna şîyar bûm.
Mele ji bo xwehelalkirinê çû ket serşokê, ez hîna şîyar bûm.
Min çiqas bera xewê dida, mîratmaya xewê ji ber min direvîya…
Piştî destmêj û nimêja bawermendan, bêhemdî xwe ji hiş xwe ve çûme, biborin bêhiş ketime. Ez ne şaş bim ya saetekê yan jî du saetan razayî mame.
Carekê bi xwe hisîyam ku hevalka min, şêrîn û delalîka ber dilê min a ku heb pêşnîyarî min kiribû, bi rêya feysbûkê peyamek ji min re şandîye. Di peyamê de dibêje, “Ji êvar de razame heya vê saetê. Gelo te ew heb ji xwe re kirî nekirî? Ew heb li te hat an na?” Hindik mabû jê re bibêjim, “Ez wan heba di quzê pîrka te kim!” dîsa min go estexfûrullah û sekinîm.

Yanî ketime rewşekê, ne derman jê re dibe çare, ne jî pêşnîyar.
Ez ê çi xwelîyê li serê xwe kim ey Yezdan!

About The Author