Betato zirt li Kurdan kir

Serokê Hizbulaha İraqê daxuyaniyek da rojnameya Elheyt a ku ji Londonê bi zimanê Erebî weşanê dike û zirt li Kurdan kir.

Wasiq Betat serokê Hizbulaha İraqê di daxuyanîya xwe de gotiye: Min leşkerek bi navê Leşkerê Muxtar li İraqê ava kiriye. Ew leşker ji Şîeyan pêk tê û ji bo parastina desthilatdariîya Şîeyan li îraqê ye, leşkerê me şerê Sîeyan nake lê bi tenê em li dıjî wan kesa û alîyan şer dikin yên ku lê dixebitin desthilatarîyê ji destê Şîeyan derxînin“ filan û bêvan.

Serokê Hizbulaha İraqê Wasiq Betat di berdewamîya daxuyanîya xwe de behsa Kurdan jî dike û gotiye: „Binerin kaka, divê Kurd lawazîya hikûmeta İraqê ji xwe re bi kar neynin û tixûbên xwe li wîlayetên Kerkûk, Diyala, Musil û Tikrîtê berfireh nekin. Divê Kurd li tixûbên xwe yên nuha razî bin, pêngavên zêde neavêjin û lingên xwe zêdeyî doşeka xwe dirêjtir nekin“ û Kurd bera ser kefenê 101 bavê xwe dane.

Tew ev lotik jî ne bes e, îcar dest bi zîtirkên bergîlkî jî kiriye û gotiye: „Leşkerê me, leşkerê Muxtar, li deverên nakokbar heye û bi hûrî çavdêrîya bizavên pêşmergeyên Kurdistanê dike. Eger Kurd hewil bidin ji sînorên xwe yên nuha derkevin, em amade ne şerê wan bikin û carek din berê wan bidin çiyan“ filan û fîstan û quzê xaltîka Betato.

Kuro hey min xirrê Mam Celal li dawa jinê gerando, Kurd ji zalimekî wek Saddam netirsiyane, ma wê ji sofîkekî mîna te bitirsin oxlim?

Hewlêr

About The Author