WEZÎRÊ DADÊ JÎ GOT HEYWAX!

Qerdeşlerim, gotina xweş li her deverê  xweş e û kes nikare mandel û haşatîyê jî bike.

Bi sê telaqên jinberdanê, ev gotinên wezîrê dadê exûna û birêz Sadûllah Ergîn pirê caran xweş in, lê belê hin caran gava peyvikên ji qûrana pîroz dixe navê, jixwe li Tirkîyê kes fêm nake û li Kurdistanê jî hinek ji van meleyên me yên kevnare hene dikarin fêm bikin.  Lê ew mele jî pirî ku cendirmeyên bîjîyê Selanîkê ew tirsandine, gava navê xwedê jî wek Ellah li ba wan bête gotin, wisa bawer dikin ku wê cendirme dîsa wan bibin û bi zirzopên kemalî li wan bixin.

Wezîrê Dadê refîqîna Sadûllah Ergîn îzhaba cezîra Îmralîyê melîh kiriye û ew jî weke Lotikxanê dixwaze ev agir bitefe û hem Kurdistan hem jî Tirkîye têkeve aramîyê.

Lotikxane jî ji ber van teşqeleyên ku dibin, ev demek e 124 karxaneyên xwe yên ku cîhazên leşkerî diafirîne, 39 karxaneyên cîhazên teknîkî, 23 karxaneyên ku tiştik û miştikên zarûkan çêdikin daye rawestandin. Çimkî gava em wiha dikin û pere qezenc nekin dê dimire, gava em wilo nekin bav dimire. Ev kar û xol ji xwedê ve jî eyanin.

Pêşniyara me ji exûna Wezîrê Dadê Sadûllah Ergîn re ev e ku rojek berî rojekê van herdu welatên weke goşt û neynûkê ku ew kerhen bi hev ve zeliqîne, bigehînin aramîyê. Çendî ku hin caran dema neynûk dirêj bibin, ji xwe hûn meqes digirin û jê dikin davêjin, lê em nikarin tilîyê jêkin û bavêjin. Lê belê gava pişta Tirkîyê xuriya û neynûkên me tunebin ku em bixurînin, elawekîl wê Tirkîye tev gurrî bibe.

Rêzdar Sadûllah Ergîn!

Ji me gotin û li we kirin. Lê eger hûn nekin an ji we nayê ku hûn bikin, eşkere bêjin û netirsin, wê Lotikxane her karê zehmet di nava 23 seetên 60 deqî de her tiştî kaf û yekîn bike û xelas.

About The Author