Kemalo Kemalo, wey lo lo

Belê, ji alîyekî dilê meriv bi lotikvanên HDP dişewite, gunehê meriv bi wan tê, ji alîyê din jî dilê meriv rehet dibe û dibêje “qenc bi wan hat”. Xwezî ev pelûl bi serê HDP de ne rijîyabûya û neketibûya vî halî. Lê dibêjin “Emrê çûyî paşde nayê”. Hem dewleta Akp û hem jî dewleta PKK HDP pir êşandin. Rê li ber girtin û nehiştin hefsar ji destê wan derkeve, nehiştin HDP siyasetek serbixwe û bi îrade bimeşîne.
pirkemal
Axir…

Meclîsa Tirko û AKP, bi alîkarîya Tirkperest û dolheramên CHP û MHP, di kodika HDP de mîztin û parêzbendîya wan rakirin. Piştî rakirina parêzbendîya wan, êdî wê bê asteng doz li wan bên vekirin, bên girtin û têkevin zindanên dewleta AKP. Lotikvan û zîtirkvanên HDP her çiqasî xwe bi AKP, dewleta wê û partîyên sîstema Tirko şelaf kirin û xwestin bibin “brayên xelkên Tirkîyê” jî, lê brayên wan yên xelklerên Tirkîyê her û her pişta xwe dan wan, li wan siwar bûn û çewal xistin serê wan. HDP doza milletekî, ked û doza milletê Kurd kir bi qurbana çend qûnbigûyên çepên Kemalîst ên Tirk, Kurd û Kurdistan avêt teneka zibil. Û di encama vê siyaseta şaş, xelet û xeyalî de, xelklerên AKP, MHP û CHP jî îcar HDP avêtin teneka zibil û doxîn li wan sist kirin.

Helbet helwesta AKP û MHP li ber çavan bû. Lê xuyaye HDP di derbarê CHP û serokê wê Kemal Kiliçdarko de dîsa hesabê şaş kir û xeyalşikestî bû. HDP a ku heta doh daxwaza yekîtî û hevkarîyê li CHP û Kemalko dikir, piştî zîtirka AKP û MHP, îcar ket ber lotikên CHP û Kemalko û carek din xeyalşikestî bû. CHP di dengdana meclîsê de bûbû şirîkê AKP û MHP û deng dabû ku HDP ji meclîsê bê qewitandin. HDP hîna jî bi hêvî bû ku ji bo serlêdana Dadgeha Makzagonê alîkarî û piştgirîyê ji CHP û Kemalko bistîne. Lê derşirme û çeqilmastê Dêrsimî Kemal Kiliçdarko di civîna partîya xwe de zirt li wekîlên partîya xwe kirin û got: “Binerin oxlim, heçê alîkarî û piştgirîya HDP bike ezê di wan nim, ezê wan ji partîyê bavêjim ha” û mîrkutek din li nav serê HDP û xwelîserên wê xist.

Ez serê we neêşînim kezebno, wek dibêjin, HDP çû heyfa bavê, lê mixabin qûna dê jî li ser kir.

Aha bratîya xelklerin qardaşligî ev sosret e, ev xwelîserî ye, ev pelûl e û ev tirşik û şorbe ye.

Lê heta vê kêlîkê jî lotikvanên HDP ji xwarina vê tirşik, pelûl û şorba xelklerin qardaşlixî têr nexwarine û bawer dikin ku wê “xelklerên qardaş” rabin ser pîyan û ji bo xatirê kursîyê wan Tirkîyê ser û binê hev bikin.

Ê de ya bi xêr..

Helbet wê qûna reş û spî derkeve holê..

About The Author