Lo Şovînisto Erdoxano

Sêvdîn Ararat

Hey malik pê de keto, derîk li xwe darawo, êdî bes e, bi Yezdan û Xwedanê Kurdan tu mala xwe ber bi virtandinê de dibe; dev ji mejiyê gemarî û nijadperestiyê berde, yan jî tê bi dêv ve bikev, wê dinan di devê te nemînin, kuro lawo Erdoxano şiyar be berî serê te li hedan bikeve û herî mala xaltîka xwe, lawo lo Erdoxano li gotinên Mehemed Salih Cumaa şêwirmendê serok Mesûd Berzanî guhdar meke, ewê mala te biviritîne, ji bîr meke dawî ew Kurd e ha, hey ji xwe hebe ha.

Lo Erdoxano, ji Kurdên ku dibêjin YPG (dijminê kurd û Kurdistanê!) bawer meke ha, ew te dixapînin, dawî ew Kurdên hev in û xwîn nabe av ha, vî tiştî zani be. De li rewşa xwe binere, niha tu nizanî kî sêlakan û kulman li te dixe, ji her alî siwarên rimbaz tîr û kevanan tavêjine nîvê dilê te, tu xêza xwe rast nekî bawer bike temenê te pir kêm e, tu jî tê weke Hiltler, Mûsîlînî, …, … , û Sedêm here û nema vegere.

Niha te cî ji xwe re li Ewrûpayê nehişt û berê xwe dide Efrîkayê da bazirganiyê bike, hey bê mejî ma tu nizanî bi yek gotinê ji mama Emerîka û ji Ewrûpayê, dê kêreke te neyête firotin di wan bazaran de, dixuyê tu ji birhên xwe û wê de nabînî; te çawa berda Dawûd Oxlû yê ku hişti bû dijmin û pirsgirêkên te li cîhanê kêm bibin, dijminê te tenê mabûne Kurd, lê niha te hezar dijmin ji xwe re çêkir, rebeno bawer bike Dêwid kursî ji te ne distand wê bimane kole ji te re ta dawiya temenê xwe.

Te dît bê Elmaniya çi anî serê te, gelo te rojekê bawer dikir ku (Qirkirina Ermeniyan ) bikne stukra te, tu çi gunayî û reben î, kalkên te Ermenî nekuştine lê Elmnaya dike stukra te, wey wa weylê li serê te, Elmaniya bi melyonan cihû kuştin lê ew te tewanbar dike bi kuştina Ermeniyan, de bihêle li hêviya Xwedê, Xwedê wê roja qiyametê vê ji wan re nehêle.

Lo erdoxano! Te rebenekî Xwedê danî cihê Dêwid ê bi navê Binelî Yildirim, ma ev tengezar wê çi bike û çi neke, wê pêşî kîjan agirî vemrîne, agirê te berdayî Ewrûpa, Emerîka, Kurdistanê, sûrî, Iraqê, Îranê, Rûsiya û hema bêje hemî welatê cîhanê. Vî rebenê Erdoxên di der barê agirê pêşî de got divê cenga leystkok li Sûrî bê rawestandin; lê wî ji bîr kir bê kê ceng gur kir, bê kê mala xelkê viritand, bê kî bazirganî bi xwîna xwîniyan kir bi Ewrûpa û Emerîka re, lê wî ji bîr kir bê kî gerek e bête darizandin, lê wî ji bîr kir bê kê xêzên sor kêşan û kê bi pozbilindî got ezê Bişêr birûxînim.

Ma te çi kir û çi nekir, niha herdû koleyên te Binelî û Nu’man dikin û nakin nikarin te û Pûtîn li hev bînin, dema te firoka Pûtîn rûxand, te digot ez Sultanê çerxa 21-mîn im û te ji bîr dikir ku Pûtîn jî Qeyserê çerxa 21- mîn e, dixuyê wê şerê giran bibe û wê xweştir be ji şerê nêrî û beranan; lo Erdoxano de ka emê bibînin bê kî berx e û kî beran e.

Lo Erdoxano de binere bê te çi anî serê xwe, Emerîka, Ewrûpa û Rûsiya ji destê te çûn û hin bi hin dibine dostê Kurdan; bawer bike hewara te ma Israyîl, de ne xem e lo xwe bavêjê tor û bextê Israyîlê û kumikê olî bide serê xwe û dev ji Xezayê berde dibe hingî ew te rizar bikin; lê tu garantî li cem Israyîl nîne ha vêna baş zani be.

Lo rebeno, çavê xwe veke û zani be Kurdên Rojava û şervanên wan î leheng waweyla herî mezin in û daqoqê serê te ne; eger weha tu pêl mafê wan bikî, bawer bike tu temenê xwe pir kêm dikî, ya baş tu danpêdanê bi maf û hebûna wan bikî û lêborînê ji wan û 7000 PAKREWANÊN wan bixwazî, dibe hingî ew li te bibûrin û tu ji êgir rizgar bibî.

Hey waweylê li vî Erdoxanî, gêj û har bûye li vî zemanî, şovîniya wî ew kor kiriye û mafê kesî nizanî; eger hîn weha bimênî wê li ser serê wî bibe gumênî û reqênî.

Lo bavê Bilêl te cî ji xwe re li Ewrûpa nehişt, îca tu berê xwe didî Efrîka û ji wê deverê xwe dikî mêr û qehreman û gefan li Merkil û Ewrûpa dixwî.

Lê demê çima çerxa felekê êdî nema li gor Erdoxên e; Erdoxan piştî biryara perlemana Elmanyayê di der barê (Qirkirina Ermeniyan) de îca sergêj bûye û pirbêj bûye û nema zane çi bike û bi xwe dibêje: ( Ez nizanim çima CDU dijî vê biryarê dengên dijber pêk nanîn); wî ev gotin li cem gelek ragihandinên tirkan got.

Wî doh şemiyê li Meqdîşo got: ( Ez dilteng bûm, ku Merkil ne di gengeşeyên perlemanê de bû; min dixwest ku wê jî deng bidana ). De were lo! De were lê! Ji vî teyrê kelaşan were ku Merkil jî weke wî dikatator e, dikare biryaran di perlemanê de biguherîne. Ev ne bes bû gefan jî li Elmanyayê dixwe…. Hoooowaaah vî teyrê kelaşan çi zeliq kir…. Lo Erdoxano ma hirç û qapqapk?!!!!

Lo Erdoxan dawî dibêjima te, hey ji zimanê xwe hebe û ne pirbêj be, baştir e ji te re; tê bîra te dema te got Kobanî ket an li ber ketinê ye, te dît bê Reşo çi anî serê te … telîfon vekir û ferman da te … rê bide Pêşmergeyan da herne bi hewara Kobanî ve, te dît bê te çi anî serê xwe, waneyan ji Kurdan bigre, ji bîr meke ku Kurd dibêjin ziman daqoqê sêrî ye.

Elmanya

Pûkmedîa

About The Author