Pêşmergeyên Rojhilat kî ne?

Bêgerd, pêşmergeyeke Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) ye: „Li civaka me hemû kes pêşmerge ne. Ne giring jin an zilam be. Wekhevî xwe di bijarteya azad de diyar dike. Eger ez biryar bidim biçime çiyê, mêrê min dê guh bide zarokên me û malê. Nayê wê maneyê ku ne zilam e! Dema ew berpirsiriyan digel min parve bike, ji wan ku tenê çek hildigirin zilamtir e.“

PDKIPesh3
Nêrgiz pêşmergeyek din e: „Ez ne ji bo pere li vir im. Ez kurd im û herçendî mûçeyeke min e berdewam nebe jî, min biryar da ji bo welatekî serbixwe beşdarî Partiya Demokrata Kurdistana Îranê bibim. Dilê min dişewite dema nikarim ji zarokên xwe re tiştên ku dixwazin bikirim. Lê hewl didim ji wan re bibêjim ya herî giring Kurdistana azad e.“

Zahir pêşmegeyekî zilam e: „Erka me arîkirina gel e. Gel dizane ku dikare bi me bawer be. Ji me dermanên pizîşkî, arîkarî di warê çandinî û qaçaxçitiyê de dixwazin. Civaka kurd li vir gelekî hejar e. Heta ji destê me tê em arîkariya wan dikin.“

PDKIPesh6

Pêşmergeyekî din Selah dibêje: „De li çekên me binêre. Kevn in. Me pere nîne em yên baştir bikirin. Tevlî vê yekê jî em ji artêşeke asayî baştir şer dikin. Em li çiyê ne. Çimkî me îradeyeke bihêz heye. Em şer dikin, çimkî me bawerî bi welatekî serbixwe heye.“

Qadir:
„Berî bibî pêşmerge, pêwîst e rahênan bikî. Em pêşmergeyên nû ji bilî bikaranîna çekan, diperwerînine disîplîn, îdeolohî, wekheviya jin û mêr û jîngehparêziyê. Li çiyê tu parçeyek ji sirûştê yî. Heqê te nîne tu ziyanî bigihînî tu parçeyê din ê sirûştê.“

Franko:
„Îran êrîşî gelê me dike. Li Şino gelê me kuştin. Çavê Rojhilatê Kurdistanê ditirsîne. Ya xirab ew e dinya ker û kor e ji van tiştên îro li vir diqewime re.“

Rûdaw

About The Author