Serxwebûn mumkûn e û wê bibe!

Sabahattin Korkmaz

Ev çend roj in ku di malpera Rûpela Nû (beşa tirkî) de nivîsa muxabîrê Hurîyetê (rojnameya tirk a bi slogana “Türkiye Türklerindir/Tirkîye ya Tirka ye” meşhur, yanî rojnama nijadperest a antî-kurd) yê Waşîngtonê Tolga Tanış a bi navê “Bağımsız Kurdistan’ ı çözülmeye sürükleyen 5 neden/ 5 sedemên ku Kurdistana serbixwe têkdibin” li manşetê daleqandi ye.

Rûpela Nû bê ku tu şirove-kirîtîkekî li pêş an li paş vê nivîsê lêke, nivîs kirîye manşet.

Mebest û mesaja Rûpela Nû ji vê sermanşetê çi ye ez nizanim. Belê çi dibe bila bibe ez manşeteke weha rast, polîtîk û fêdewar nabînim û dilê min pê diêşê!

Lê ez baş dizanim ku nivîsa muxabîrê Hurîyetê Tolga Tanış, ne ji bo xêra kurda ye. Di naveroka nivîsê de ev yek dîyar e. Tolga Tanış dixwaze daxwaza serxwebûnê reş bike, kurdan ji vê hêvî û armancê dûr bixe. Vêya ne bi helwesteke dijberî/dujminantî dike. Xwedênegiravî bi awayekî şîretkarî dibê “şertên serxwebûnê tunin, eman ha belayeke mezintir li serê xwe venekin”.

Tolga Tanış, çiqas pisporê sitratejîyê û bi taybetî jeo-sitratejîya Rojhilata Navîn e, ez pê nizanim. Lê di tespîtên wî de wisa xwanê dike, ku heger qesta wî dezenformasyon nebe, ew ji sitratejîyê û jeo-sitratejîya sîyasetê fahm nake. Tiştên ku ew menfî nişan dide, di eslê xwe de awantaj in.

Tolga Tanış, di vê xebernivîsa xwe de weha dibêje; “Tehdîda DAÎŞê, kulfeta koçbera, daketina buhayê neftê, pevçûnên navbera Telabanî û Berzanî, itiraza Washîngtonê ya ji serxwebûnê re.”

Ez dixwazim xal bi xal li ser gotinên Tolga Tanış rawestim

Tehdîta DAÎŞê: Carekê tehdîta Daîşê li paş ma. Pêşmergeyên Kurdistanê derseke tarîxî dan Daîşê (û di şexsê Daîşê de dan temamê dijminên kurdan). Kurdan, îdare û sîyaseta kurdan îtîbar, sempati û prestîjeke mezin bi destê xwe ve hanîn.

Bi hindikayî 5 milyar însanên li ser ruyê dinyayê bi kurdan, qehremanî, fedekarî û modernîzma kurdan hem hisîyan, hem bi dilgermî pêşwazî kirin.

Dewletên dinyayê yên medenî û gewre ji bo alîkarîya kurdan ketine dorê.

Kurdan li hamber dost û dijminan ruşda xwe îspatkir. Ji dijminan re gotin, “ ji bo parastina welat û miletê xwe mirin ji bo me dîlan e. Nebe ku kes hesabekî şaş bike!”

Bi dostan jî dan qebûl kirin ku kurd dost û mutefîkên saxlem in. Dost bi rihetî dikarin destê xwe bidin kurdan û pişta xwe bi wan ve girê bidin.

Ev hemî destkevtîyên mezin in û ne bi peran ne jî bi tiştekî din nayên sitandin.

Kulfeta Koçberan: Nufûsa Kurdistana Başûr di nava 5-6 milyonan de ye. Heta nuha nêzî milyon û 300 hezar koçber hatine Kurdistanê. Ji vana li dora 500 hezarî koçberên Rojavayê ne (ku ew ne koçber in, hatine mala xwe). Yên mayî ereb û xelkên devera Mûsil û bajarokên ne bi ser Îdara Kurdistanê ne. Qismek jî erebên zengîn ên seranserê Iraqê ne.

Helbet kulfeta koçberan a aborî heye. Belê hatina multecîyan bi xwe îmaj, îtîbar û ewlekarîya Kurdistanê bilind dike. Rûmet û îhtirama îdareya Kurdistanê test dike. Wekî din sirkulasyona rojane ya bazirganîyê zêde dike.

Dixwazim bejim ku hatina koçberan bi xwe re li gel kulfet û dez-awantajan, awantajan jî tîne. Yanî ji bo îlana serxwebûnê, bi serê xwe parametreyeke neyênî nîne. Belkî erênî be.

Daketina Buhayê Neftê: Ev jî pirseke tevahî ya dunyayê ye. Weke ku tê zanîn bermîla neftê daketibû heta binê 30 dolarî. Nuha derketîye ser 50 dolarî. Belê, girêdayî bazara navdewletî ye, demekê bermîla neftê derkete ser 100 dolarî. Lê ev hê bêtir supekulasyon bû.

Ya rasyonal û stabil 70-80 dolar e.

Helbet ji bo welatên neftfiroş, buhabûna petrolê qazancekê tîne. Lê li alîye din malên îtxalatê jî buhatir dibe. Bazareke weke ya Kurdistanê ku girêdayî derva û mecbûrê îtxalatê ye, li dora 50 dolarî sitabîlbûna petrolê, belkî fîyeta herî rasyonal e.

Ji wê bonê ev bi serê xwe nabe pîvaneke stratejik ji bo ne-îlankirina serxwebûnê.

Di vir de lazim dike ku mirov ji Tolga Tanış û yên weke wî bipirse, gelo Dewleta Kosovayê çi difroşe û çi distîne? Rewşa wê ya aborî çi ye? Gelo haya wan jê heye ku ji % 50yê Kosovayîyan bêîş in. Yan jî werin em muqayesa temamê dewletên dinyayê bikin; ka kî çi dikire û çi difroşe.

Petrol faktorek e. Belê ekonomîya Herêma Kurdistanê bi tenê petrol nîne. Gaza surûştî ye, ax e, av e, xweza ye, nufûsa ciwan e…

Heger kurd li pişta hev bin û ji bo xwe bin, mineta kurdan ji tu tiştekî din tune ye.

Zengînên Başûrê Kurdistanê zêr û dovîzên xwe yên bindoşekan derêxin û alîkarîya îdareya xwe bikin dikarin deh salan dewleta xwe xwedî bikin.

Îtîraza Washîngtonê: Dereweke mezin e û dezenformasyon e. Sîyaseta Obama ya defansîf em daynin alîyekî, burokrasîya dewletê û miletê Amerîkayê bi tevahî destekê didin serxwebûna Kurdistanê.

Di sîyaseta Amerîka ya navdewletî de aktorekî grîng, cîgirê serok (ku ew jî bi hilbijartînê tê) Joe Bîden e. Biden dostekî kurdan yê qedîm e. Lê em dizanin ku di sîyaseta navdewletî de berjewendî esas in. Amerîka ew dewlet e ku hesabê 20-30 salên pêşîyê dike. Sîyaseta stratejîk ev e.

Pevçûna navbera Barzanî û Talebanî: Ev jî dereweke mezin e. Rast e piştî nexweşîna Talebanî, YNK hinekî bê ser û ber ma. Di merkeza Yekîtîyê de îtîraz û nerihetî hene. Lê di heman wextê de Yekîtî jî û Goran jî di nava hukumetê de ne. Mutefîk û hevkarê PDK-Barzanî ne.

Di mesela serxwebûnê de gelê kurd li polîtîka û hesabên nav partîyan nanêr in.

Îro heger referanduma serxwebûnê li Suleymanîyê çê bibe, ez bawer im wê ne kêmî Hewlêr û Dihokê piştgirî derkeve.

Gelê kurd-Kurdistanê li her çar perçeyan piştgirê serxwebûna Kurdistanê ye.

Ji vê destekê mezintir û meşrûtir destekeke din heye gelo!

Tu hêz nikare xwe li ber îradeya gel a “qedera xwe bi xwe nivîsandinê” bigire.

Xulasa; mesela serxwebûna Başûr, mesela mîlî ye. Meseleyeke di ser hemû hesabên sîyasî, hizbî û îdeolojîk de ye.

Mesela namûsê ye!

Rûpela Nû

About The Author