Hesen Keleş
Belê, piştî ku serokwezîr û qeraseyê zilaman David Cameron dev ji lotikên serokwezîrtîyê berda, xaltîka me Theresa May li ser koka wî rûnişt û bû serokwezîra eşîreta Brîtanyayê.
Li gor fitne û fesad dibêjin, xaltîka me Theresa May xanimek germik û nermik e, dilbirehm e û bi taybet jî ji Kurdan hez dike, dosta Kurdan e. Theresa May xanim piştî ku erka xwe ji Şahbanûya Brîtanyayê Elîzabeth stend, êdî bi fermî bû Serokwezîra Eşîreta Brîtanyayê û Therema May jina duyem e ku li Brîtanyayê dibe serokwezîr.
Bi serokwezîrtîya Theresa May xanimê, xuyaye wê biyanîyên Brîtanyayê kêfa li ser kêfê bikin. Ji ber Theresa xanimê bi şeş telaqên mêrberdanê sûnd xwariye ku ewê refahê, sştî û wekhevîyê bîne nav eşîra Brîtanyayê û Brîtanyayê bike bihuşta ser erdê.
Ê de li ser xêrê be rebbî û xwedê lotikên xaltîka me Theresa May xurttir bike..
London
Zêdetir
Melayê zinêkar û jinika reben
Em jî heman tiştî dibêjin, lê kes bi ya me nake kaka
Go ga ket kêr lê pir dibin