Îcar ev ji ku derket lo, halla hallaaa!

Ehmed Beyan

Piştî ku hevdîtin û qaşo mizakereyên aştîyê di navbera AKP û PKK (KCK) de têk çûn û ber avêt, hevallerên me seferberî dan destpêkirin û bi şev û roj dest bi dijminatî û şerê AKP û Erdogan kirin. Here AKP, were Erdogan, lêxe bavê min lêxe!

Lê xalê Kurdên binerd û serokê serokan Duran Kalkan abêmiz gep ji devê xwe derxist û her tişt safî û zelal kir. Bi gotinên Dûran Kalkan abêmiz eşkere bû ku dijminatîya AKP û Erdogan tenê çîrok û çîvanok bûn û xapandina Kurdên xwelîser bû.

Axir…

Xalê we Dûran Kalkan abêmiz, ji MED Nûçe re axivî û wek her carê çend lotikên qerase û kesanedî avêtin.

Dûran Abêmiz çi bêje baş e gelo?

Cîgerim gêt: „Binerin oxlim, cîgerim, piştî hilbijartinên 7ê Hezîranê, tu eleqe û têkilîya AKP û operasyonên li bajarê Kurdan bi hev re tuneye. Ev operasyon û şer bi temamî polîtîka MHP û CHP ye“ û serê hefsarê hespê xwe berda.

Halla hallaaaaaa, ya siphan allah!

Ê baş e kezebo, madem eleqe û têkilîya operasyonan û AKP bi hev re tuneye, madem ev operasyon polîtîka MHP û CHP ye, çima naxwe we xwelîya heft gundan bi serê me dakir û we em û AKP bera hev dan babam? Çima naxwe we xwe nêzîkî CHP dikir û doza hevkarîyê lê dikir hebîbî? Madem operasyon û kujtina li bajarê Kurdan polîtîka MHP û CHP ye, hûn ji reben û peppûkê Erdogan û çawîşên AKP çi dixwazin baba?

Îcar hûn bi qedrê xwedê û pêxember kin lo, ev çi senaryo ne, çi şano û fîlmên Hollywoodê ne, ka hûn nabêjin?

Enqere

About The Author