Kekê me Bakirhan û Xelkên Dinyayê

Ehmed Beyan

Piştî ku sermezinên dewletê Şaredarîya Colemêrgê radestî qeyûm û meyûman kir, hinek kêfxweş û hinek jî dilreş bûn. Ê neyar e bavê min, wê qeyûman jî bike serokê te, wê nanê te jî ji devê te derxe. Ji xwe tu nas bikira û hesabê te bikira, wê newêrîba xwe nêzîkî te bike. Lê ji ber mal û qumaşê me Kurdan nas dike, li gor qîma dilê xwe li me siwar tê û lotikan li me dixe.

Hevserokê Partîya DEMê cîgerim Tuncer Bakirhan li meclîsa Romê di derbarê Colemêrgê û qeyûman de axivî û da lotikan. Bakirhanê ku mirovekî mitewazî, germik û nermik, sempatîk û mempatîk e,di axavtina xwe de dîsa behsa desthilatdarîya AKP û MHP kir û germ bû. Bakirhanê ku wek şexs kêfa min jî jê re tê, dîsa behsa xelkên beredayî kir û xwe avêt tor û bextê wan.

Axir…

Bakirhanê me di civîna partîya xwe de axivî û got:

„Berî niha Colemêrgê kiribûn garnîzon. Yek ji wan cihên ku gelek tiştên qirêj lê dihatin kirin bû û serşûnikê Suleyman Soylu timî dihat serdana wê. Di hilbijartinan de em li wir bi cerdevanan, çeteyên 5 kesî, yên qirêj re ketin pêşbaziyê û me qûn li wan qetand. Sermaye, îtîrafkar, hemû sazî û burokratên dewletê, tifaqa AKP-MHPê, îtîfaqa JÎTEMê, tevî hemû zextan jî gelê me yê Colemêrgê lotikek li wan xist û hevalên xwe hilbijart. Ez dixwazim bêjim êdî bes e ji vê neheqiyê re, ji vê zagona dijmin re, emê tu carî destûrê nedin vê zîhnîyeta gemarî û emê tirê ji wan berdin“.

Heta vir xweş bû, wek şîr û şekir bû.

Û Bakirhanê me piştre çi got?

Got: „Çîmentoya tifaqa AKP-MHP dijminatîya Kurdan e. Di rewşa li dijî Kurdan de israr dikin“ filan û fîstan.

Ê başe babam, cîgerim, madem çîmentoya tifaqa AKP-MHP dijminatîya Kurdan e (helbet rast e), tu yan hûn di wê meclîsa çîmentoyê de çi dikin û li çi digerin?

Axir…

Bakirhanê me berdewam kir û got: „Heger em dengê xwe dernexin ewê Colemêrgan zêde bikin. Wek ku qeyûm tayînî Bogazîçî kirine wê di her qadê de jî qeyûman tayîn bikin. Pirsgirêk ne tenê Colemêrg e, rastiya gelê Kurd tê înkarkirin. Ev niha meseleya rûmeta netewî ye. Em hêvî dikin hemû AKPî yên ku dibêjin em Kurd in, li dijî vê neheqiyê dengê xwe bilind bikin. Heger hûn îro bêdeng bimînin, hûnê sibê çawa derkevin ber vê civakê oxlim?“ û xwêhdan pê ket.

Cîgerim Bakirhan herî dawî xwêhdana xwe pakij kir û got:

„Dibêjin li cihên ku Kurd lê hene hilbijartinên herêmî nayên kirin. Eger Kurd di hilbijartinên giştî de parlementeran hilbijêrin, cihê wan girtîgeh e. Dev ji teqîye û polîtîkayên durûtîyê berdin. Vana binivîsin ku wek em dibînin xelkên cîhanê jî we binasin“.

Aha ev nebû ha kezebo!

Te go xelkên cîhanê?

Kîjan xelkên cîhanê lo, tu behsa kîjan xelkan dikî ezbenî?

Ma gelo ew xelkên ku tu behsa wan dikî û qedera Kurdan bi wan ve girê didî, hene, û heger hebin ka li ku ne?

Tiştê ez dizanim li dinyayê tenê 3 xelk hene.

Ew jî ev in:

Xelkên Kerr, Xelkên Kor û Xelkên Lal..

Û mixabin hûn jî qeder û pêşeroja Kurdên xwelîser bi wan xelkan ve girê didin.

Xelkên ji Kurdan re kerr, kor û lal…

Enqere

About The Author