Gelo dawet kengî ye?

Şîndar Berwarî

Serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî wek Saddamê duyem tê naskirin. Malikî dijminê riknê milletê Kurd e, zilamê Îranê ye û ji bo tifaqa Kurdan parçe bike, çi ji qûna wî tê dike.

Piştî demek dirêj, pozmezinê Nûrî Malikî hat Silêmanîyê û ji alî girgirekên Tevgera Goran û YNK ve wek serokê dewletekê hat pêşwazîkirin. Malikî, Goran û YNKî ewqasî li hev germ bûbûn ku, te digot qey zarokên malzarokekê ne û brayên hev in. Helbet ji bo ku referandûma serxwebûna Kurdistanê çênebe çi ji destê sofîk û melayên Tehranê tê, dikin. Serdana Nûrî Malikî jî lotikek ji lotikên Tehranê ye helbet. Sedema ku Malikî neçû Hewlêrê lê çû Silêmanîyê ev e ku nîfaqê têxe navbeya partîyên Kurdistanê û bi taybet jî Tevgera Goran û YNK li hember PDK û Barzanî sor bike, wan ji referandûma serxwebûna Kurdistanê dûr bixe.

Lê tiştê balkêş germbûna navbera Malikî û Serokê Goranê Newşîrwan Mistefa bû. Malikî û mamê me Newşîrwan Mistefa ewqasî li hev germ bûbûn ku, te digot qey yek bûk e û yek jî zava ye. Wek keç û xortê dergistî destê hev girtibûn û kêfa li ser kêfê dikirin.

Li ser bextê elokxurên nava Goran û YNK be, dibêjin Malikî soz daye Goran û YNKê û gotiye: „Kaka, heke hûn alîkarîya min bikin û li şûna Heyder Ebadî min bikin serokwezîr, bi sê telaqan ezê jî bajarê Silêmanîyê bikim bajarekî xweser“ û girêz ji devê wî herikî ye.

Yanî, qûnreşo dixwaze tilîya xwe têxe nava hingiv, têxe devê Tevgera Goran û YNK, bajarê Silêmanîyê ji Kurdistanê cuda bike û bike bajarekî xweser.

Çima?

Ji bo ku Tevgera Goran û YNK ji Hewlêrê û ji referandûma serxwebûna Kurdistanê dûr bixe.

Axir…

Em zanin, di vê serdana Malikî de wê serê gelek elokan bê jêkirin û wê Malikî, mamê me Newşîrwan û lotikvanên YNK têr goştê elokan bixwin.

Lê em tenê tiştekî meraq dikin:

Gelo daweta Malikî û mamê me Newşîrwan kengî ye?

Li gor ku wek Leyla û Mecnûn destê hev girtine, helbet divê zewac jî li dû vê evînê be yan na!

Dihok

nuri mistefa2

About The Author