Her gûyî bixwin, lê nebin xayîn

Cîgercî Ehmê

Bilbilê bajarê Ruhayê, îsotçî û lehmecûncîyê dengzîz Îbrahîm Acises, di derbarê darbeya leşgerî de lotikek Ruhakî avêt û deng bi xwe xist.

Îboyê me di daxuyanîya xwe de gotinek balkêş gotiye ku ev gotin divê wek guharekî zêr têkeve guhê Kurdan.

Çi gotiye îsotçî Îbo?

Gotiye:
“ Tirk be, Kurd be, Laz be, Çerkez be, Ereb be, tu çi dibî bibe, lê nebe xayînê welêt“.

Her çiqasî Îboyê me Kurd be û belkî wî jî bi înkara Kurdbûna xwe xayîntî bi Kurdistanê re kiribe jî, gotina wî wek ayeta quranê ye. Her çiqasî Îbo efendî ev gotin ji bo dewleta Tirkîyê gotibe jî, herweha ji bo Kurdan jî guharek ji guharên zêrîn e.

Nebin xayînê welatê xwe!!

Îcar Kurdino, xwelîserno!

Guhê xwe bidin Îbrahîm Acises û ji bîr nekin:

Hûn çi dibin bibin, lê xayîntîyê li welatê xwe Kurdistanê nekin!

About The Author