Canik û camêrek dizewicin û dest bi lotikên nermik û germik dikin.
Mîna merd di dest de her roj merdanê bike, her şev camêrê me dixirpişe ser dilê jinê û tovên xwe li ser dilê wê direşîne. Roj bi roj, hefte bi hefte, meh bi meh zik li jinê dibe zirnafîl anku meşk.
Û ew tov piştî neh mehan wek keç an kurekî li wan vedigere. Sal diqulipin, zarok li pey wan dibe naxirek. Debar zor e û êdî dixwazin ji vê meseleyê re çareyekê bibînin û bibêjin „HOP“.
Her çiqas jin di ber guhê mêr re biavêje jî, mêr li serê kîrê xwe dinivîsîne û guh nadê.
Jinik dibêje weha nabe û ew bixwe dikeve pey vê meseleyê. Dipirse, lê dikole, derdor jê re dibêje here cem doktorekî, çare jî, derman jî li cem wî ye.
Ji rojan rojekê jinik dikeve kezeba rê û berî dide doktor. Derbasî qilînîkê dibe, doktor wê dide rûniştandin. Ew li doktor, doktor li wê dinêre,
Doktor:
-Kerem bike. Guhê min li te ye. Çi nexweşiya te heye?
Jinik:
-Weleh doktor beg, piçekî şerm dikim, lê derman jî, çare jî li cem te ye…
Doktor:
-Na na, fedî neke. Rehet be. Mirov ji doktoran şerm nake.
Jin:
-Weleh doktor beg, ev serê panzdeh salan e em zewicîne. Wek kîvroşkan serê salê binê salê yekî tînim. Êz dixwazim ji vê xwelîserî û belengaziyê re bibêjim, „Êdî bes e!“ Debar zor e, sixlet giran e. Ne xema efendiyê min e; ya perîşan bûye ez im. Weleh min tahmek ji emrê xwe nekir. Ez ketm dexlê te, doktor beg. Çare tu yî, derman tu yî.
Doktor:
-Ez ê derman bidim te…
Jin:
-Na doktor be. Ez rêbazeke ekolojîk dixwazim.
Doktor:
-Himm! Wê çaxê baş guhê xwe bide min. Wexta we niyha hev.
-Êêê!
Doktor:
-Wexta we niyha hev. Piştî kêliyekê ku te dît çav li mêrê te şaşomaşo bûn, ji bîr neke ew nîşane û semptoma pişthatinê-orgazmê ye. Wê çaxê xwe ji bin wî bikişîne, bila cercûra xwe di te de vala neke.
Jin:
Te xwelî li serê min kiro, doktor. Kêliya ku çav li wî şaşomaşo dibin, çav li min jî kwîr dibin, ne xwe dibînim, ne jî wî…