Ez di derewa nim!

Ev der ku ye hevalno?
Ev der cîyê ku baz û mar lê şer dikin e…
Wek hûn jî zanin şervanan berî demekê ev der xistibûn bin desthilatdarîya xwe û Ji bavê kê zêde bû bi rehetî û hêsanî derbas bibûna.

Lê xuyaye Enîk Berberogluyê ku kes nizane bê ji pişta kîjan toltahjîyî ye, pirr ji van bûyerên dawîn aciz bûye, lewma jî hewcedarî bi dîmenekî wiha dîye…
Ji qewla canikekê, “Ez di derewa nim!”
Yên ku li vî dîmenî bnêre, gelo ew ê çi bifikire?
Ji serî heta binî şow difûre…
Leşkûçikên wî ev senaryo nivîsîne, hestîyek avêtine ber, bi rişma wî girtine û ev wêne pê dane kişandin…
Ji serî heta binî dîyar e ku xwe dixapîne, me dixapîne…
Yanî ev dêqehp dixwaze bibêje ku, şervan mervan, şer mer derew merew in. Hakîmîyet û desthilatdarî ne di destê şervanan di destê me de ye…
Ez di derawa nim!
Hey lawê min, ji ber ku ew mêranî bi te re tune ye jî, hey leyê min…
Te ew mase birîye li ser wî çîyayî bi cîh kirîye, ser maseya xwe xemilandîye û te lingek avêtîye ser lingekî û bi awayekî qure poz daye û xwe nepixandîye.
Êêêê…!
Lê li binya te çi diqewime gelo?
Çiqas leşqeşmer ji bo te biparêzin li dora te nobetê digrin?
Dengê te nehat min…
Te go çi?
Te go ez bi tena ser ê xwe me?
Ez di derewa nim!
Binêre berxê min!
Yarast goştê berxan tê xwarin û heyf ku ez te dixim şûna berxan, lê tişt nabe, bila bibe camêrîya me…
Ne ew dîmen, bi hezaran dîmenên ji wî dîmenî xapînoktir jî hûn belav bikin, derew e, vala ye, pûç e, cîyê xwe nagre… Lewre Ew ax Kurdistan e û Kurdistan jî dayika kurdan e. Dûr nêzîk, hûn ê bêyî xatirxwestin ji wê axê bicehemin û derkevin…

About The Author

5 thoughts on “Ez di derewa nim!

  1. valla kefami ji ver had edi ha vella xwine ve tev kurdiya havulo yaho hinki kefa me benin gellek spass u roja ve bi xer xwesi be insallah cavemin.

  2. Oxlimmm Enîso tu him li ser rojnameya xwe binivîse “ Tirkîye Tirklerindir“ him jî biçî li çîyayên me kêfê bikî ne ? Wey apocîyên wek te Atawirkçî çawa tu wisa hêsan berdan . Belê min fêm kir hûn destebirakê hev in ne wilo 🙂

  3. Kurdewar xode xera te tenvisit amin tu cawa Gerila dikeye hevale turkgay te nave xu kirye Kurdewar u texte dile turkgay dinvesi ax bu wijdana te ! ez u tu ser komputeri cihe me gelek xoshe le tu zani heke em picek hizra xu bikein em gelek ser shurin u be shermin kecen kurd qendil berevanye ji me diken shina em li vir dest xoshye le bikein , yen weki min u te ten van texten be binema dinvesin heta dile kurda ji ji gerila resh bibe aferin bu wijdana te , ew kurde sibe ji xew radbit u slaveke bu gerila u peshmerga ne freket ew bewijdane kafire

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.