Pêşnîyarnameya Mele Quto

Ji bo ku nav tilîyên lingên we nexwire, pê de bimîzin!

Ji bo ku lingên we di gorê de xwêdan nede, goreyên xwe bi şîrê pisîkan bişon!

Ji bo ku nebe fişefişa pozê we, piçeke tûtin û piçeke îsota hûr tevlihev bikin û bikşînin pozê xwe!

Ji bo xeweke şêrîn, bi dîwaran ve rapelikin!

Ji bo goşt di ber diranên we de nemîne, goşt nexwin.

Heke dilê we bi ajalan şewitî, pirpar, stirîzerk û tolikê bixwin!

Ji bo hûn hebên serêşê nexwin, divê serê we neêşe!

Berî ku hûn ê neynûkên xwe bixwin, piçek xwê yan jî şekir bi ser werkin!

Gwîz û findiqan û bihîvan bi diranên xwe bişkînin lê nexwin, lewre wê kalesterola we rabe!

Heke gû li we esirî, nokên Mêrdînê bixwin!

Heke madê we xelîya, tilîya xwe têxin qula pozê hevalê/a xwe û du-sê deqeyan bi lîçika wî/ê bilîzin!

Heke mîza we hat, nelezînin, dibe ku piştî gaveke din gûyê we jî were, herduya bi hev re bikin!

Heke kesekî/e hûn ji bo wî/ê xwe bixemilîne tune be, belasebeb tahdê li xwe nekin û xwe nexemilînin; bi şev hûn xweşik bin nexweşik bin, hûn çeleng bin ne çeleng bin, ferq nake, wê kabûs bixirpişe ser dilê we, dilê xwe li we, dilê we jî li xwe rehet bike!

Heke sola we kevn bû yan jî çirîya, roja înîyê herin mizgeftê! 

Dema hûn sibêhê zû rabûn, berî çûna destavê, dest û ling û ser çavê xwe bişon. Piştî destavê jî hûn dişon naşon, hûn bi kêfa xwe ne!

Berî ku hûn li ser sifrê rûnên, têr lotikan bidin xwe û xwe li erdê xin. Berî hûn têr bixwin, derkevin ser xênî û xwe gindir bikin. We têr xwar û pê ve jî rakevin!

Dema lêvên we zuha bûn, bi şaşî zimanê xwe bi lêvên hevalên xwe nexin!

Dema baran barîya nerin sobê danedin, dibe ku ne sar be!

Berê xwe bi bê venekin û şpîya nemîzin, ba ji bêedebîyan hez dike, hay ji xwe hebin!

Pirtûkan bikirin, lê nexwînin!

Bi çavê çekê li li pênûsê nenêrin, Pênûs pênûs e.

Heke bi şev di tarîyê de hûn çûn nav nivînên jina xwe, hay ji xwe hebin. Piştî we karê xwe qedand û hûn ji nav nivînan rabûn ser xwe, bi şaşî delingê jina xwe li xwe nekin!

Li destavê xwar-marinê nexwin, her wiha li mitbexê jî serê xwe neşon!

Berî ku hûn ê parîyê nên bavêjin devê xwe, piçeke av di devê xwe werdin da ku hûn bi hêsanî parîyê nên bicûn û daqurtînin!

Ji mamosteyan bawer nekin, lewre ne fikir û raman û nêrînên xwe yên pergalê enjekteyî we dikin-li we bar dikin!

About The Author