Azad Koçer
Kuro ma em Kurd Kurd in?
Roja ku cîh li me fireh bû û me ber xwe dît, emê rabin hev û dîsa berberîya hev bikin.
Aha gotina Nûnerê Taybet ê Barack Obama Brett McGurk jî ev mesele ye.
Nûnerê Taybet ê Barack Obama û qeraseyê zilaman Brett McGurk, di panêlekê de behsa şerê Mûsilê û derxistina rîhdirêj û zinêkarên DAIŞê kir.
Qeraseyê zilaman McGurk, mesele anî ser Kurdên xwelîser jî û got: “Ez bi serê bavê we kim, erê zirt û gefên li ser Kurdan kêm bûne, lê roja ku Kurdên xwelîser ber xwe dibînin û cîh li wan fireh dibe, îcar wek dîk û mirîşkê radibin hev û berberîya hev dikin. Kuro oxlim, di dîrokê de belkî fersendek wek fersenda îro nekeve destên we ehmeqno, de ji hev re qenc bin, yekdeng û yekrêz bin ku em jî karibin sitarekê ji we re çêkin, em jî karibin welatekî ji we re çêkin. Ma heta kengî hûnê wek mişk û pisîkê neperûşkan ji hev bidin û tirba hev bikolin xwelîserno“ û tir ji me Kurdan berda.
Aha mesela me Kurdên xwelîser ev e ha.
Em wek dîk û mirîşkê, wek mişk û pisîkê radibin hev û tirba hev dikolin. Car caran bi xêra xelkê em bêm cem hev û çayekê bi hev re vexwin jî, piştî me ber xwe dît û piçekî qûna me erd girt, emê dîsa rikberî û berberîya hev bikin û kêfa xelkê li xwe bînin.
Ax Kurdo ax…
Zaxo

Bi Fotoşopê estetîk kirin lê dîsa jî nebû
Xameney jî pê girt
Ji serî de pê girtin, îcar wê dawî çawa be kes nizane