Berwarî qûş li PKK qetand

Azad Koçer

Li ser bextê çapemenîya başûr be, dibêjin şirovekarê siyasî û qeraseyê zilaman Ebdulselam Berwarî bi mîrkutan rabûye ser serê lotikvanên PKK û qûş li wan qetandiye.

Xalê me Ebdulselam Berwarî, çavê xwe girtiye û devê xwe vekiriye. Bi qamçîyan li PKK xistiye û gotiye: “Em li gel PKK xwedîyê dîrokek tehl in. Dîrok vedigere berî raperîna sala 1991. Bi allahwekîl, xêra ku PDK û Serok Barzanî bi PKK kiriye ti kes û aliyekî ewqasî alîkariya wan nekiriye. Sala 1981 hîna ku PKK dest bi şerê lotik û zîtirkan nekiribû, , Serok Barzanî ez erkdar kirim û ji min re got ku partîyek nû bi şêwaz û dirûşmên nû hatiye avakirin û divê em alîkarîya wê bikin. Me ji aliyê çek û pareyan ve deriyê xwe ji PKK re vekir. Wê demê li ser asta herçar parçeyên Kurdistanê PKK xwedîyê dirûşmên mezin bû . Lê me nizanîbû wê bi xwe de birî û têkeve î halî” filan û bêvan.

Xalê me Berwarî hespê xwe ajotiye û gotiye: „Ez bi serê we yê şimamokî bikim, PKK zû teslîm bû û ji dirûşmên xwe poşman bûn. Dema ku me xebat dikir û xelkê me dihatin enfalkirin û kîmyabarankirin, wê demê PKK alîkarî ji Iraq, Îran û Sûriyê distend. Mixabin ji roja destpêka raperîna Başûrê Kurdistanê û avakirina Hikûmeta Kurdistanê, PKK her şer li dijî Herêma Kurdistanê kiriye. Li şûna ku zîtirkan bavêjin dijminan, lotikan davêjin me” filan û fîstan.

Xalê me Ebdulselam Berwarî pê de çûye, germ bûye û gotiye: „Di her qonaxa ku em pêngavekê pêşve çûbin û çarenivîsa me pêşve çûbe, PKK herdem hewl daye ku pirsgirêkan ji me re derxîne. Ji ber ku ew her li cihê xwe mane, wek mirîşkê ketine ser kurkê û qet pêş neketine, çavê wan bi pêşketina me bar nabe. Li Rojavayê Kurdistanê siyaseta PKK eşkere bû û diyar bû ku ew wek rêjîma Bees a Hafiz Esed in. Êdî navçeyên ku bi emanet ji Esed stendibûn li wan vedigerînin. Bi rastî êdî PKK qet nikare bibe partiyek Kurdî û Kurdistanî. Li Bakurê Kurdistanê jî me dît çawa PKK pêvajoya aştîyê têk bir û çawa bajarên Kurdan wêran kir” filan û bêvan.

Erêêêêê erê!

Va xalê me Berwarî piştî 40 salî hê nû rastîya PKK nas kiriye kuro.

Wey maşellah û şikir ji xwedê re!

Başe go we piştî 40 salî PKK nas kiriye xalo can.

We PKK xwedî kir, we derîyê çek û pareyan jê re vekir û li serê Kurdan kir bela. Ma piştî go PKK berê xwe da we û şerê we kir we ew nas kir qurbano?

Yanî, heke PKK şerê we başûrîyan nekiribûya, we dengê xwe nedikir ne wilo?

Zaxo

 

About The Author