Bijî „serok“ Cuma!

Di sala 2000’î de welatparêzekî Apoçî, weke henek, ji min re got: „şert û mercên sereke ji bo hilbijartina kesê ku bibe serokê PKK, (eger xwedê neke, serok Apo tiştek pê bê), gerek navê wî li gorî vê durişimê be; bijî serok Apo. Gerek navê wî kesî valahiya navê Apo dagire“. Ev welatparêz navên serkirdeyên PKK li vê durişimê siwar kir û pîvand ka kîjan nav ritma wî xweş e û li durişimê tê: „Bijî serok Cuma (C. Bayık)… na ne xweş e. Bijî serok Cemal (M. karayılan)?… na ew jî ne xweş e. Bijî serok Ebas (D. Kalkan)?.. na ne xweş e. Bijî serok Ferhad (birayê A. Ocalan)?. ew jî ne xweş e. Bijî serok Qarasu?… na na, qet ne xweş e. Hema bi xwedê, ji „bijî serok Apo“ xweştir nîne. Ev 30 sal in em wisa hînbûne û gelek zor û dijwar e em vê durişimê bigûherin“.

Mebesta min ji vê bîranînê ew e ku em piçek behsa rewşa PKKê bikin û hewl bidin bersiva vê pirsê bidin: Gelo hîna PKKê di bin kontrola Ocalan de ye yan na?!.

Mesaca PKKê-KCKê di newrozê de bi rêya vîdioya M. Karayılan ve hate dan. Li bin baranê û pêşberî şervanên nû, Karayılan rexneyên tund li AKPê û PDKê kir û gefan li Turkiyê û kesên dixwazin têkevin navbera PKKê û dewletê, xwar. Ew gef ne yên Karayılan bûn, lê belê yên C. Bayık bûn û bi zanebûn Karayılan hat hilbijartin da ku gef (tehdîd) li ser zimanê wî be, ji ber gelek sedeman:

1- Karayılan xwediyê hunera xîtab û peyvînê ye û ji hemû serkirdeyên PKKê bêtir xweş û bi zelalî bi Kurdî diaxive û tersî Bayık, Kalkan, Karasu û Kaytan e ku bi Tirkî diaxivin û şêwe zar û axaftina wan sist e û „vinvinokî“ ye, a Karayılan tekûz bi coş e.

2- Karayılan zilamê Ocalan yê herî dawî ku di serkirdetiya PKKê de maye û hest û nerînên wî ji çepgiriya zingarî bêtir neteweperwerî ne. Lewma Karayılan bi wî çavên dijminatîyê li PDKê û serkirdayetiya Kurdistana Îraqê nanêre û dikare digel PDKê û M. Barzanî bigihêje rekeftinekê.

Dêmek gef û tehdîdên Bayık ku li ser zimanê Karayılan hatin gotin, ne tenê ji dewleta Tirk re bû lê ji A. Ocalan û M. Barzanî jî re bûn. Bayık xwest ji her dûyan re bêje: vaye zilamê we ku hûn hêviya xwe bi wî girê didin, gefan li we dixwe û we tehdîd dike. Hûn (Ocalan+Barzanî) nikarin bêyî min bi dewleta Tirk re tu peyaman û rêkeftinan mor bikin.

Mirov li daxûyaniyên Ocalan yên berî 5-6 salan vegere, dê bibîne ku wî tu carî nexwestiye were serbest berdan, lê tenê xwestiye rewşa wî ya zindanê xweş û baş bibe da ku karibe bi „peywira“ xwe rabe. Ev „peywir“ û „erk û delamet“ ew e ku Ocalan, çarseriyê û çekberdanê bi PKKê bide qebûl kirin. Di piraniya daxuyaniyên xwe de, Ocalan tim dewleta Tirk û AKPê hişiyar kiriye ku eger çareseriyê qebûl nekin, metirsî heye ku PKKê ji bin kontrola Ocalan derkeve. Lê dewlet û Erdogan û AKPê guh nedan bang û hişiyariyên Ocalan.

Jixwe HDPê pêşniyaza Ocalan bû ku partiyeke hevbeş saz bibe û nûnertiya daxwaz û aramancên hemû pêkhatiyên Tirkiyê bike, lewma BDPe bû HDPe. Di dîroka Kurdên Tirkiyê de ji 1921ê û 2015’an de cara yekemîn bû ku partiyeke (Kurd) karibû 80ê parlemanter bişîne parlemantoye. Ev serketin ancama pêşniyaz û perspektîvên Ocalan bû, û encama danûstendinên di navbera Ocalan û Erdogan bûn. Ev deskeftên dîrokî dê rê li ber çareseriyên dîrokî jî vekirina. Lê çi çê bû?. Bayık û serkirdetiya PKKê ku ji salên 2003ê ta 2013an digotin „moxateb Ocalan e, ne em in“, hêdî hêdî dest bi marijinalkirina Ocalan kirin. Guman hene ku êdî Ocalan jî „Qandîl“ boykot kiriye. Ango nakokî di navbera Ocalan û Bayık de heye, lê nayê eşkere kirin, her ku diçe kûrtir dibe. Ew şandeya ku di navbera Îmaralı û Qandîlê diçû û dihat, baş van nakokiyan dizane. Lê newêrin derbarê vê mijarê de biaxivin.

Ocalanê ku 18-19 salan li Suriyê ma bû, baş ketibû bin bandor û kontirola rêjîma Hafiz Esed. Nuha jî, Ocalanê ev 18 sal in (1999-2017) li Îmralı dijî, êdî ketiye bin bandora AKPê û ne mumkin e nekeve bin bandorê. Ji 1978’an û ta 2004an PKKê bi seriyekî dihat birêvebirin. Ji 2004an (piştî Osman Ocalan û gurûpa wî ji PKKê veqetiyan) û ta 2011an PKKê bi du serî dihat birêvebirin, ew jî serên Ocalan û Bayık bûn. Ji 2012an û ta nuha, PKKê tenê bi serê C. Bayık tê birêvebirin.

Ocalan û Bayık ku bi hev re PKKê damezrandin êdî ji hev dûr dikevin. Eger nuha Ocalan ji zindanê derkeve, dê alozî û kirîzeke mezin di nava PKKê rû bide. Lewma hin berpirsên PKKê di civînên kadiro de êdî eşkere dibêjin: em ne mecbûr in hemû perspektîvên Ocalan weke biryar qebûl bikin. Rast e Ocalan serokê me yê îdolojîk e, lê serokê me yê rasteqîn û „fîlî“ heval Cuma, C. Bayık e.

Eger wisa be, divê cemawe û derûdorên PKKê xwe hînî vê durişimê bikin: „Bijî serok Cûma“.

Basnews

About The Author