Bi serêşî baznedin ser hev!

Dr.Mihyedîn

Wek hûn zanin, di dinyayê de ji seksê xweştir kêm tişt hene û hetta jîyana bê seks wek savara bê goştê mirîşkan e. Ma savara go bi goştê mirîşkê hatibe çêkirin, ji savara rijî ne xweştir e?

Belê bavo!

Îcar bazdana ser hev û lotikvanî jî wilo ye.

Lê tiştek heye ku divê hûn ji bîr nekin.

Gava serê we bêşe baznedin ser hev, eman eman!

Hay ji serêşê û lotikên seksê hebin.

Pisporên lotikvanîyê û textorên seksolojîyê dibêjin: “serêşandina di dema seksê de nîşana tehlûkeyên mezin e. Di kêlîka serêşê de baznedin ser hev û tira ji hev bernedin. Lotikên xwe bihêlin heta êşa serê we derbas bibe û piştre wek tajî û keroşkê hevdû li dora nivînê bigerînin” û filan.

Û hetta pispor dibêjin: “Di dema jixweberdanê (masturbasyonê) de jî heger serê we bêşe, ji xwe bernedin, karê xwe nîvco bihêlin û tif û sabûna xwe ji xwe re bihêlin carek din”.  

Welhasilî kelam, ji me gotin û li we kirin.

Seks û serêşandin wek neft û agir e. Ji bo çend lotikan jiyana xwe winda nekin û nebin qurbana haletê nav şeqê xwe.

Hûn dixwazin bi serêşê û bi brîndarî jî bazdin ser hev û girêza xwe biherikînin. Helbet ew îş û karê we ye, zewq û kêfa we ye. Lê go hûn di ser dilê hevde bimrin û qûş li we biqete, îcar hûn û xwedê li hev û xelas!

About The Author