Xwedîyê fisê bi xwe dihisê

Gotinek heye dibêjin, „Xwedîyê fisê bi xwe dihisê“.

Kesên ku sûcdar û gunehkar bin, bi sûc û gunehên xwe zanin.

Îcar ev jî mesela me û rêxistin, partî û dezgehên girêdayî PKK û hevalleran e.

pirkemal

DTK, KJA, DBP û HDP bi paraztin û xwedîlêderketina xweserî û şerê xendekan xort û keçên Kurd anîn galeyanê û ew di xendek û koncalan de dan kujtin. Bûn sebebê wêrankirin û herifandina bajar û navçeyên wek Sûr, Cizîr, Şirnex, Nisêbîn, Xezek, Silopî û deverên din. Gava bajarên me dihatin wêrankirin û zarokên me di xendekan de dikatin qetilkirin, serok, hevserok û wekîlên  DTK, KJA, DBP û HDP kerr û lal bûn û deng ji wan dernediket. Lê piştî ku hasil gîha Mûsilê û kevir li ser kevir nema, mêrikan niha derdikevin pêşberî xelkê û lêborîna xwe dixwazin. Helbet lêborîn erdem e, ne kêmasî ye. Lê lêborîna derengmayî êdî fêdeyekê ji Kurdan re nayne. Nayne ji ber di rojên teng de hûn xwedî li wan derneketin, di rojên fireh de jî herkes kurê bavê xwe ye.

Hevaller û yoldaşlerên me yên DTK, KJA, DBP û HDP bi şerê xendekan lotik û zîtirkên mezin ji Kurdan xwarin. Kurdan ew baş nas kirin û poşman bûn ku deng û rayên xwe dane van xendekçî û çeqilmastan. Rûmeta van partî û dezgehan di nav piranîya Kurdên bakur de kêm bû û êdî malbatên şehîdên xendekan ew ji başarên xwe jî diqewitandin. Îcar ji bo ku carek din xwe di nav Kurdan de rûspî bikin wê çi bikin? Helbet wê lêborînê ji Kurdên xwelîser bixwazin û li lotik û zîtirkên xwe poşman bibin.

Axir…

Wek me got, lêborîn baş e, erdem e, mezinatî ye. Lê bi şertê ku carek din ew kes nebin qesasê serê Kurdan û carek din berê wan nedin armanc û daxwazên virt û vala û xeyalî.

Hevaller û yoldaşlarên me yên DTK, KJA, DBP û HDP, li Amedê civînek qerase li dar xistin û hevallerên me kumên xwe danîn ser masê. Di encamnameya civînê de hevallerên me „ji ber kêmasîyên xwe û ji bo ku xwedî li tekoşîn û berxwedana şehîdên xendekan derneketine, lêborîn ji gelê Kurdistanê xwestin“ û soz dan ku ewê li mîrasa berxwedanê û îradeya wan xwedî derkevin. Hevaller û yoldaşlarên me xwe wek „berpirsên“ wan kêmasîyan dîtin û bi şeş telaqên jinberdanî soz dan ku ewê carek din wê tirşikê nexwin.

Ê de li ser xêrê be cîgerlerim..

Piştî kujtina 7-8 hezar xort û keçên Kurd, wêrankirin û herifandina bajarên Kurdistanê, koçberî, şerpezetî û perîşanîya Kurdên xwelîser, lêborîn kêm be jî baş e.  Nayê xwarin, lê bi zorê be jî tê daqurtandin.

Ê ji xwe karê me Kurdên xwelîser herdem wilo û wisa ye.

Piştî têkçûn û malwêranîyê hişê me tê serê me û em lêborînê ji hev dixwazin..

Heta serê me li kevir nekeve, em ji xew û xewnên şîrîn şiyar nabin wesselam..

Amed

About The Author