Namzedê komarxwazênê Amerîkayê Donald Trump, bi piranîya dengan hat hilbijartin û bû Serokê Amerîkayê. Ne tenê Serokê Amerîkayê canim, herweha bû serokê dinyayê jî. Ji ber ku li jor xweda ye û li jêr jî Amerîka ye, xalê me Donald Trump jî helbet wek serokê dinyayê tê hesibandin.
Qeraseyê zilaman û mêrê sê jinan (ji ber mêro 3 caran zewicî ye) Xalê me Trump, bi lotik û zîtirkên xwe zora xaltîka me Hîllary Clînton bir, doxîn lê sist kir, ket ser dilê wê û qûça xwe rakir. Bi vî awayî, em ji Reşo Beşo Obama xilas bûn û dewra Kejo Zero Donald Trump dest pê kir.
Xalê me Trump, piştî ku qûça xwe rakir û hat hilbijartin, di axavtina xwe ya pêşîn de bi şeş telaqên jinberdanê sûnd xwar ku „ewê bibe serokê temamê Amerîkîyan û ewê ferqê nexe navbera tu kesî“. Mîster Kejo Zero Trump, herweha milyarder e, dewlemend e û heyranê şervanên Kurd e.
Wek hûn zanin, Kurdan çi qezenc kiribin, di dema desthilatdarîya Komarîxwazên Amerîkayê de qezenc kirin. Kurdan di dema desthilatdarîya Demokratan de tu qûyek bi dest nexistin û Demokratên Amerîkayê siyasetek germik û nermik wek lastîkê dimeşînin. Lê Komarîxwazên wek Georg Buşh qûn li yekî wek Saddam Hisên qetandin û nîhan kefenê 101 bavê wî, bi xêra Georg Buşh û Komarîxwazan jî Kurd îro ber bi serxwebûnê ve diçin.
Axir…
Jina sêyemîn a xalê me Trump, ango jinxala me Melania Trump, li Slovanyayê çêbûye û xanimê di 46 salîya xwe de bû „First Lady“ a Amerîkayê û êdî kes nikare jê re bêje siya te xwar e.
Ez serê we û xalê xwe Trump neêşînim, heke mêrê sê jinan xalê me Donald Trump jî gunikreşekî wek Georg Buşh be, me Kurdan kêf kir û emê zûtir bigihên serxwebûna xwe. Na heke wek xalê me Reşo Beşo Obama jihevdeketî û germik û nermik be, xwedê ji me stend allahwekîl…
Ê de li ser xêrê be û kumê xalê me Georg Buşh li serê Donald Trump be rebbî…
Zêdetir
Dîrok xwe dubare nake, bi destê desthilatdaran tê dubarekirin
Ji çar çiyan sisê xeyidîn
Cesaret tunebe zanîn têr nake