Jiyanek wek dûrişmeyek

Fermandarê Peşmergeyên xwebexş Sait Çürükkaya ku di şerê Başîkê de jiyana xwe ji dest da, piştî merasimên xatirxwestinê yên li Almanya, Hewlêr û Çewligê hat definkirin. Li gor hevalên wî jiyan û têkoşîna Fermandar Çürükkaya ji bo yektiya û vegera ser nirxên netewî li Bakûr bûbû çirûskek nû. Hemsemgerên wî dibêjin ‘ew Peşmergeyê xwebexş çawa bi jiyan û têkoşîna xwe bûbû sembolek netewî, bi cangorîbûna xwe jî bo hemû siyaset û civaka kurd bû bangeke yekrêzî û yekîtiya netewî.’

derza

Sait Çürükkaya li Çilkanîya bajarê Çewlîgê ji dayîk bûye. Çürükkaya di sala 1989’an de li Zanîngeha Çukurovayê li fakulteya tibê dixwîne. Lê di pola sêyem de dev ji zanîngehê berdide û beşdarî şerê çekdarî dibe. Di sala 2000’an de ji PKK’ê vediqete û Başûrê Kurdistanê bicîh dibe. Salekî li wê derê dimîne; ji wir derbasî Almanyayê dibe. Li Almanyayê dest bi jiyaneke nû dike. Bi dagîrkirina Şengalê ji aliyê DAIŞ’ê ve, Çürükkaya berê xwe dide Kurdistanê û bi hawara Pêşmergeyan de diçe. Li wir ji xwebexşan hêzekî Pêşmerge birêdixe û li dij DAIŞ’ê şer bike. Sait Çürükkaya, bi palpiştiya azmûnên xwe yên şer û jiyana gerîllatiyê, 700 Pêşmerge perwerde dike û di ber re li sengerên şer bi pûçelkirina bombe û mayînan, giyana Pêşmerge û sivîlan diparêze.

Sait, yekîneyeke taybet ji Pêşmergeyên xwebexş bi navê Hêza Agirî dadimezrîne û wekî fermandeyê wê hêzê beşdarî operasyona rizgarkirina Mûsilê dibe. Dema ku li gundê Faziliyeya Başîkê bombeyên destkird yên DAIŞ’ê paqij dike, pêve diteqe û bi giranî birînar dibe. Sait bi frokeya ambulans dibine nexweşxaneya leşkerî ya Koblenza Almanyayê. Bi rexma gelek hewlên neştergerî û pijîşkî Sait di 30’ê Cotmeha 2016’an de jiyana xwe ji dest dide.

Ji bo Sait Çürükkaya li Hewler û Bremenê şîn hatin danîn. Bi daxwaza malbata wî di 8’ê Cotmehê 2016’an de cenazeyê Çürükkaya li Çilkanîya Çewlîgê hate veşartin. Hemû malbat, gundî û hevalên wî ji gelek deverên Kurdistan û cîhanê hatin Çilkaniyê û beşdarî şîna wî bûn û hemû bi dirûşmeyên ‘Şehîd namirin, Qehraman Çürükkaya. Yan Kurdistan yan mirin’ Sait oxir kirin.

Endamên malbatê û hevalên Çürükkaya derbarê wî de ji BasNûçe’yê re  axivîn.

Mahmut Çürükkaya: Sait gelek zîrek û xebatkar bû

Mahmut Çürükkaya ku birayê Sait Çürükkaya ye, derbarê wî xwe de axivî û da zanîn ku Sait gelek zîrek, hîperaktîv û xebatkar bû. Ew sibehê zû şiyar dibû û li derdora gund digeriya. Dema ku kar dikir, bi disîplîn bû. Li dibistanê jî gelekî xebatkar bû. Hemû dersên wî baş bûn. Hevalê wî hemûyan jê pir hez dikir û ew ji bo xwe weke serkirde dihesibandin. Çürükkaya axaftina xwe wisa didomîne: “10 sal li çiyê ma û hertim telefonê dikir, halê me dipirsî. Du birayên min ên din jî li çiya bûn; lê wan ticar telefonî me nedikirin.”

Çürükkaya bal kişand ser jiyana birayê xwe yê li Almanyayê û diyar kir ku piştre Sait ji partiya xwe derket û çû Almayayê: “Dema ku çû Almayayê, ez jî çûm cem wî û min ew dît. Li wê derê jî gelekî hewl dida ku ji bo xwe jiyaneke nû saz bike. Sait li Almanyayê ji xwe re kargeh saz kir û di bazirganiyê de gelekî serkeft û rewşa wî ya aborî pir baş bûbû.“

Mahmut bahsa vegera Sait bo sengerê şer jî dike: “Dema ku DAIŞ’ê êrişê Şengalê kir û jinên kurdên êzdî dîl girt, bandor li ser wî kir û ew gelek li ber ket. Ji ber hindê biryar da ku derbasî Kurdistanê bibe û li dijî DAIŞ’ê şer bike. Me ji wî re got: “Sait meçe.” Wî jî got: “DAIŞ welatê min dagir dike. Dema ku welatê min tê dagirkirin, ûcdanê niştîmanperweriya min destûr nade ku ez li vir rawestim.“ Min gotê: “Tu dizanî çi dikî. Ji ber vê ez tiştekî nebêjim, lê dilê me şewitîne. Du birayên me şehîd bûne.” Lê bi hesta xwe ya niştîmanî kir û çû û du sal jî bi ser re derbas bûn. Min jî li ba xwe digot: “Heger heta niha tiştek nehatiye ser wî, êdî tiştek nebe. Rojekî berê bûyerê min telefonî wî kir. Piştre teqîn qewimî. Min digot ew ê baş bibe, berxwe bide, lê mixabin, wisa nebû. Me hîn êşa birayên xwe yên şehîd ji bîr nekiribû ku şehadeta wî em dîsa daxdar kir.“

Newroz, braziya wî: Min kesekî wek apê xwe yê Sait nas nekir

Newroz Çürükkaya ku biraziya Sait e, derbarê apê xwe de dibêje; ‘min kesekî weke apê xwe yê Sait nas nekir. Xwediyê rûmet bû. Sait weke apê me nebû. Weke heval û razdarê me bû.  Me sirên xwe ji wî re digotin.”

Newroz dibêje zilma dijî gelê kurd li Şengalê, ûcdanê apê min nerehet kiriye û lewma ew çûye Başûr da ku dijî DAIŞ’ê şer bike. Li gor Newroz, ‘heger kesên wekî Sait zêdebûna, heta niha zûde Kurdistan hatibû rizgarkirin.’

Braziya wî serpehatiyeka apê xwe bibîrtîne: “Em li Almanayayê hertim dihatin cem hev û wî ji me re serpehatiyê xwe vedigot. Gava ku salixên serpêhatiyên xwe didan, em digiriyan, lê ew ticarî nedigiriya. Me carekî jê pirsî: “Tu çima qet nagirî, apo?” Di bersivê de weha ji me re got: “Qey hûn dizanin çend hevalên min li ber çavên min şehîd bûne. Ez êdî elimîme bi xema hevalên canbext re bijîm û xem di hundirê dilê min de dixeniqe.”

Emîn Batmanî, hevalê wî: Sait di şer de jî dikeniya

Emîn Batmanî  ku hevalê Çürükka ye, derbarê wî de wisa dibêje: “Sait mirovekî gelekî sade bû. Kurdekî xwebawer û welatparez bû; Kurdistanperwer bû. Sait qehreman bû û di dema şer de jî dikeniya. Bi disîplîn bû. Ew bi hemû kesan re weke bira bû. Li Hewlêrê jî û piştî hingê jî em bi hev re bûn. Dema ku me Komeleya Dostaniya Kurd û Rûs ava kir jî em bi hev re bûn.”

Rêvebirê PDK’ê Elî Ewnî: Sait qehramanekî mezin bû

Elî Ewnî hemsemgerê Sait, ku li gel şandeyekî li ser navê Serokatiya Herêma Kurdistanê beşdarî şînê bû û derbarê Sait Çürükkaya de wiha got: “Şehîd  Sait Çürükkaya qehramanekî gelekî mezin û berxwedêr û têkoşerê azadiyê bû. Li Başûr şehîd  ket; lê malbata wî xwestin wî li gundên xwe li kêleka du birayên wî yên şehîd veşêrin. Em jî hatin ku di cenazeyê Şehîdê xwe de amade bin. Dr. Sileyman semboleke têkoşînê bû. Divê dersên bîr û baweriya welatparêziyê û hezkirina welat ji Dr. Silemanî bên wergirtin.”

Ewnî bal kişand ser berxwedana Çürükkaya û diyar kir ku bo serxwebûnê hêviyeke biçûk ya têkoşînê hebûya Dr. Sileman li wê derê bû. Lewma jî xwe zû gihand Kurdistanê. Ji ber ku dizanîbû ku DAIŞ gelek zilmê dike û dixwast xewna avakirina Kurdistanê ji holê rake. Bi saya berxwedana Pêşmerge û têkoşerên mîna Sait DAIŞ hate şikandin û efsaneya wan hate hilweşandin. Divê xelkê me weke Çürükkaya bifikirin û weke wî têkoşanê bikin û bila miletê me neyê xapandin. Bila dewleta me hebe, paşê em bi gelê cîran re bibin bira. Du dewlet dikarin bibin bira; miletên bindest û serdestên zalim nikarin bibin bira.

Nûnerê Pêşmerge Helgurd Hikmet: Peyama Sait hevkariya Bakur û Başûr e

Nûnerê Wezareta Pêşmerge Helgurd Hikmet ku li ser navê Hêzên Pêşmerge beşdarî şînê bû di derbarê hemsengerê xwe de wiha got: “Ez bi navê Wezareta Pêşmerge ji bo şîn û merasima cenazeyê pîroz yê Dr. Sileman hatim vê derê. Dr. Sileman hevalekî minî nêzîk bû. Ji destpêka şerê DAIŞ’ê hatibû Kurdistanê û me hevdu nas kir û hevaltiya me hebû. Em bi hev re pir xebitîn da ku hêvî û daxwazên miletê cîbicîh bibe. Mixabin me nekarî weke ku lazim bû alîkariya wî bikin. Lê Dr. Sileman bi qehremaniya xwe karî wê yekê biselmîne ku niştîmanperwer e û peyama dilsojî û piştgiriya Bakur anî Başûrê Kurdistanê.”

BasNûçe

About The Author