Bibin millet ji bo hûn bibin dewlet

Nûrî Çelîk

Stalîn di pirtûka Marksîzm û Mijara Netewî de ji bo milletbûn yan jî netewbûnê çar xalên girîng dane pêş. 1- Zimanek yekgirtî. 2- Xakek yekgirtî. 3- Jiyanek hevbeş a aborî. 4- Çand û kulturek hevbeş. Milletên ku xwedîyê van şert û mercan e, meriv kare wan wek millet yan jî netew bi nav bike.

Gelo meriv kare van şert û şirûtan di Kurdan de bibîne û wan wek millet bi nav bike? Helbet dil dixwaze, lê rastî ji me re dibêje na. Gelo Kurd xwedîyê zimanekî hevbeş in? Na. Gelo Kurd xwedîyê xakek yekgirtî û yekparçe ne? Na. Gelo Kurd di warê aborî û îktîsadî de xwedîyê jiyanek hevbeş in? Na. Gelo Kurd xwedîyê çand û kulturek hevbeş in? Dîsa na. Mixabin, parçekirin û parçebûna Kurd û Kurdistanê Kurd ji xalên millet û netewbûnê dûr xistine. Kurd di nav xwe de ne millet û netewek, lê bûne 6-7 millet. Ziman bûye 6-7 ziman. Xak bûye 4-5 parçe. Jiyana hevbeş a îktîsadî hema bêjin tuneye. Çand û kultur dîsa bûye 4-5 parçe. Gava meriv van şertên millet û netewbûnê dide ber çavên xwe, sedema bindestî, xwenezanî, xwenenasî û bêdewletbûnê jî helbet baş fêhm dike.

Bêguman ev her çar şertên netewbûnê jî ji Kurdan re ne bes in. Ji derveyî van xalan, divê Kurd xwedîyê yek armancê bin û divê hezkirin û evîna millet û welat jî di dilê wan de hebe. Milletê ku hezkirin û evîna millet û welatbûnê pê re tunebe, seqet e û nikare wan çar xalên girîng jî pêk bîne. Rewşa ku sed sal e em Kurd tê de ne dide xuyakirin ku ne hezkirin û evîna milletbûnê bi me re heye, ne jî a dewletbûnê. Li xweşîya me neçe jî, ev rastîyek tehl e û rewşa ku îro Kurd tê de ne encama vê rastîya tehl e.

Mixabin Kurd ji eşîrtî, malbatî, herêmtî û partîtîyê xelas nebûye û derbasî asta milletbûn û netewbûnê nebûye. Ev yek berî sed salî jî wilo bû, îro jî wilo ye. Ev yek li her çar-pênc parçeyên Kurdistanê jî didome. Siyaseta ezezî, eşîrtî û malbatî îro di kesayetîya partîtîyê de şax vedaye û di bin sîwana partîtîyê de didome. Her çiqasî li Başûrê Kurdistanê nîvdewletek û dem û dezgehên me yên şaristanî hebin jî, asta milletbûn û netewbûnê pêk nehatiye û Kurd ji partîtîyê derbasî netew-dewletbûnê nebûne. Ev li seranserê Kurdistanê rastîyek tehl e.

Heger em vegerin salên 60 û 70î, emê bibînin ku gorbehişt Serok Mistefa Barzanî wê demê jî ev rastî anîye ser zimên. Di serdan û hevdîtina Rayedarê Wezareta Derve yê Israîlê Haymke Levkov û Serok Barzanî de rewşa Kurdan û milletbûnê derdikeve ber çav. Ev serdan, hevdîtin û hevpeyvîn di pirtûka “ Di Iraqê û Rojhilata Navîn de MOSSAD “ de hatiye nivîsandin.

Haymke Levkov, di hevdîtina xwe de ji Serok Barzanî re behsa rewş û zehmetîyên ku Cihûyan kişandine û şerê ku wan di heft salan de kiriye dike, dixwaze bêje ku rewşa Kurdan ji a Cihûyan çêtir e û dibê: “ Qe nebe hûn li ser xaka xwe dijîn. Tiştê hûn bikin ev e ku hûn xwe komî ser hev bikin, bi sebir û wêrekî li ser rêya xwe bimeşin“.

Serok Barzanî bersiva wî dide û dibê: “ Xelkê we biaqil, zana û rewşenbîr e. Karin bihevre tev bigerin. Lê xelkê min belavbûyî û zexel e (tiral e), li cem me hişmendîya yekrêzîyê tuneye. Ango, xelkê min di derbarê çareserkirina pirsgirêkên xwe de jar û bêmecal e. Kes kesî rexne nake. Û hetta serokeşîr ji xelkê jî xirabtir in. Heger ez wan serbest berdim û li wan temaşe bikim, wê temamê tevgerên serhildanê têxin xeterê “.

Serok Barzanî hê wê demê bêtifaqî, nezanî û tarûmarbûna xelkê Kurd didît û dianî ser zimên. Dixwest şarezayî û rewşenbîrîya Cihûyan bi hişmendîya milletbûn û netewbûnê ve girêbide û rewşa Kurdan jî dûrî vê yekê didît.

Sal 2020 û rewş nehatiye guhertin. Kurd hîna heman Kurd in. Zexel, tarûmar û parçe parçe, ji hişmendîya yekrêzîya netewî dûr û li dûv paraztina berjewendîyên şexsî, êlî, eşîrtî û partîtîyê.

Partîtî û berjewendîyên partîtîyê rê li ber berjewendîyên netewî û pêşdeçûna hişmendîya netewî digre. Partîyên Kurd ên siyasî mixabin bi hişmendîya êl û eşîrên berî sed salî difikirin û tev digerin. Ev yek sedemek mezin ji sedemên têkbirina geşbûn û pêşdeçûna hişmendîya milletbûn û netewbûnê ye. Li her çar parçeyên Kurdistanê siyaseta partîtîyê ji hewldan û siyaseta yekrêzî û netewbûnê re bûne asteng û ev yek Kurdan ji hev dûr dixe, nahêle ku Kurd bi hişmendî û ramanek serbixwe û netewî bifikirin. Ev yek brînek mezin di laş û bedena milletbûn û netewbûnê de vedike û nahêle hestên netewayetîyê di mejî û giyanê Kurdan de şax vede. Statuya partîtî û siyaseta wê derbasî statu û asta statuya milletbûn û dewletbûnê nebûye û ev yek îro ji pêkhatina xalên milletbûnê re bûye û dibe astengek herî mezin.

Bêguman, gava Serok Mistefa Barzanî digot “Xelkê min belavbûyî û zexel e (tiral e), li cem me hişmendîya yekrêzîyê tuneye” mafdar bû. Ew xelkê ku Barzanî di salên 60î de behsa wî dikir, îro jî di heman rewşê de ye. Dîsa tiral e û dîsa hişmendîya yekrêzîyê pê re tuneye. Tunebûna hişmendîya yekrêzîyê bêguman tunebûna hest û ramanên milletbûnê ye, tunebûna hişmendîyek netewî ye. Bi taybet li Başûrê Kurdistanê ev yek pir eşkere û diyar e. Sedema ku em bi zêdeyî behsa Başûr dikin ev e ku Başûr nîvdewlet e, hikûmeta wê heye, dem û dezgeh, ar û artêş, zanyar û zanîngehên wê hene. Diviyabû hişmendîya milletbûn û netewbûnê li Başûr zêdetir bûya. Lê eşkere dixuye ku federasyon û yan nîvdewletbûnê jî bandorek zêde li berjewendîyên malbatî, eşîrtî û partîtîyê nekiriye. Duserîtî, duartêşî, xiyanetên li Kerkûk û deverên din nîşanên vê yekê ne. Nakokî û pirsgirêkên navbera xelkê Başûr û Hikûmeta Herêmê nîşanên vê yekê ne. PDK û YNK bi ewqas hêz û derfetên xwe jî nikarin yan jî naxwazin ji statuya partîtîyê derbasî statuya dewletbûnê bibin û nûner û nimûneyên milletbûn, netewbûn û dewletbûnê.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kek Mesrûr Barzanî, berî bi demek kurt hevpeyvînek giştî bi rojnamevanan re kir û behsa rewşa Başûr kir. Gotinên Mesrûr Barzanî gotin û dîtinên me dupat dike û me mafdar derdixe.

Li ser pirsa “Gelo metirsî li ser hilweşandina statuya Herêma Kurdistanê heye?” Mesrûr Barzanî got: “Ez ne di wê baweriyê de me ku metirsî li ser statuya Herêma Kurdistanê hebe. Mezintirîn pirsgirêk ew e ku nakokî û ne tebayiya di nav alîyan û xelkê Kurdistanê de ye. Eger di nav xwe de xelk û alî li gel hev bibin yek, tu hêzek nikare statuya Herêma Kurdistanê têk bide”.

Mesrûr Barzanî vekirî û eşkere dibêje ku pirsgirêkek mezin di navbera xelkê Kurdistanê û PDK û YNK de heye. Ango, ji pirsgirêk û nakokîyên PDK û YNK zêdetir, pirsgirêka wan bi xelkê Kurdistanê re heye. Yanî, xelkê Başûr ji siyaset û berjewendîyên PDK û YNK yên partîtîyê ne razî ye, aciz in, dijber in. Piştî 50 salî, kek Mesrûr Barzanî gotinên bavpîrê xwe M.Mistefa Barzanî ku digot “li cem me hişmendîya yekrêzîyê tuneye” dîsa anî bîra me. Ev yek dide xuyakirin ku PDK, YNK û Hikûmeta Başûr tu siyaset û perwerdeyek netewî nedaye xelkê Başûrê Kurdistanê, hiş û giyanê milletbûn û netewbûnê di dil û mejîyê wan de neçandiye. Ev nîşana vê yekê ye ku berjewendîyên malbatî, eşîrtî, herêmî û partîtîyê di ser berjewendîyên netewî re ne û xuyaye wê zû bi zû jî rê li ber neyê girtin.

About The Author