Xalê me Ehmed jî çû seferê

Silav Xaltîka Fatê…

Vê heyamê dewleta Tirko û padîşahê wê bejindirêjo dest bi girtina wekîlên HDP kiriye. Hevserok û binserokên HDP davê zindanê û berê wan dide seferê.

Lê kesî texmîn nedikir ku wê xalê me Ehmedê mala Sînan Axa jî bavêjin zindanê û berê wî jî bidin seferê. Dewleta virqo xalê me Ehmed Turk jî girt û berê wî da qulika hepsê.

Îcar pirsa min ev e:

Gelo çi aqilê te ji van lotik û zîtirkên dewleta virqo dibire?

Çima xalê me Ehmed jî girtin, çima berê wî jî dan seferê?

Mihemed Kurd

Qoser


Bîsmîllahirrahmanirrehîm…..

Law Mihemedo, ji ber vê kêlîkê ez serxweşê çayê me û heta nima min çaydanek çayê vexwariye, serê min jî wek serê te gêjo mêjo ye û wek mirîşka gêj li min hatiye. Lê cardin jî ezê bi vê serxweşbûn û gêjbûna xwe hewl bidim çend lotikan li der qûbna te xim û bersiva lotikên te bidim.

xaltika-fate

Ê oxlim Mihemedo, ma law kesî dîtiye go „dijminê bavan bûye dostê lawan“ hê?

Ma kesî xêr ji Tirkan û dewleta wan dîtiye heta go xalê te Ehmed Turk jê bibîne?

Law qirika me çiriya, devê me ziwa bû, me ji xalê te Ehmed Turk re digot û dibiland: „Law Ehmed, dev ji qûna Tirkan berde kuro, dev ji demokrasîya Tirkîyê berde law, Kurdan neke bi qurbana qûna Tirkan oxlim, dev ji bratîya Tirkan û xelkleran berde û Kurdan bi wan ve pîne neke“ û me kirasê xwe diçirand.

Lê me kir û nekir, xalê te Ehmed bi ya me nekir û berê me Kurdên xwelîser da demokrasîya Tirkîyê, da bratîya xelkên dewşîrme û em bi wan ve zeliqandin.

Û wekî din xalê te Ehmed çi kir?

Kurd kirin qesas û mirdarên serê Ermenîyan û got: „Kurdan fermana Ermenîyan rakiriye“ filan û fîstan û jehr û ziqûm.

Ê başe law Mihemedo, îcar emê ji xalê te Ehmed Turk re çi bêjin qurban?

Madem qîma xwe bi Kurdan û bi Kurdistanê neanî, bela xelklerên dewşîrme, demokrat û çepên Tirkîyê wî xilas bikin berxo.

Bela Ermenî bên û wî xilas bikin qurban..

Bela çawîş û başçawîşên Qendîlê bên û wî rizgar bikin heyrano..

Bela eşîra mala Sînan Axa rabin ser tapanan, devê zindanê bişkînin û axayê xwe azad bikin cîgerim..

Ma ez rebena Fatê karim çi jê re bikim?

Pir piirrrrr, ezê karibim çend dua jê re bikim û hew..

Îcar bi wan duayên min xalê te Ehmed azad dibe, difire yan dimîne, ez nabim kefîl û tu sax….

About The Author