Kemalîzm!

Şiûra neteweyî li bakur çima lawaz e? 

Di serdema Osmanîyan de mîr û begên kurdan otonom bûn û kurd wekî civat liser nirxên xweyî civakî û neteweyî radibûn. Ev prosesa otonomtîya mîrên kurdan mirov dikare bêje heta destpêka sedsala XIXan dewam kir.
Serdema modernîte û netewebûnê bi xwe re tranformasyoneka mezin di împaratorîya Osmanî de anî û derencama wê de li Tirkîyê komareka otorîter liser prensîpên kemalîzmê hate ava kirin. Li Tirkîyê fikrên neteweperestî û „sekularîst“ liser civatê ferz kirin. Bêguman sîstema otorîter li Tirkîye kokê wê dighêje demên kevn, ev sîstem bi Jon -Tirkan û tanzîmatê dest pê kir û bi kemalîsmê re li cîh runişt.
Di qirnê XIXan de li Ewrûpa di serdema kolonyalîzmê de fikr û qeneta hakim ew bû ku ziman, dîn, reng û kultura ewrûpayîyên spî ên herî baş e. Diyar e qesda M. Kemal ji “muassir medeniyet’’ ev bû. M. Kemal wekî walîyekê kolonyalîzmê li xelkên Tirkîyê û Kurdistanê dinerî.
M. Kemal di bin navê “muassir medeniyet’’ hemû nirxên civakî, millî, dînî û kultûrî yên kurdan red kir, di bin navê modernîzmê de, dixwast qenaetekê çê bike, ku gûya kultur, ziman, elîfba, adet û teqalîdên kurdan paşde mayîne û divêt bihêne îslah kirin, ji lewre pêşî êrîş anîn ser medreseyên kurdî, ku navenda rewşenbîrîya kurdan bû. Di van medresan de kurd ne bes bi ilmê ruhanî de, lê herweha di warê ziman û edebyata kurdî, matematîk, fîzîk, kîmya, bîyologî û astronomî de jî dihatin perwerde. Tişta herî grîng ev tev bi zimanê kurdî bûn. Kemalîstan baş dizanî bûn medreseyên kurdî ji nav nebin, nakarin lihember kurdan bi ser kevin.
Di serdema cumhûrîyetê de bi qanûna Tevhid-i Tedrisat (3 Adarê 1924an de hate ragihandin), loma medreseyên li nava tirkan hatin girtin lê ên li Kurdistanê karê xwe bi dizî dewam kirin. Dewletê jibo bikaribe rê li ber karê medresan li Kurdistanê bigire, alimên kurd kire armanca êrişên xwe û gelek berhemên wan ji holê rakirin.
Kemalîstan alfabeya erebî jî di bin navê ku alfabeya latînî ‘’pêşketîye’’ qedexe kir. Xerrîbîya mezin ew e ku niha jî hin kemalîst li Tirkiyê weha difikirin, nikarin binerin ew bi alfabeya xwe yî latînî li ku ne û Japon, Rûsya, Kore û Çîn ku alfabeya wan ne latînî ye li ku ne?
Kemalîzm berdwamîya Îttîhad û Tereqîyê bû ku ji welatên Balkanan hatibûn û hemû sîxurên Teşkîlata Mahsûsîyê bûn. Piştî ku xelkên Balkan ji bin hukumdarîya Osmanî rizgar bûn, ew dê bihatana ceza kirin, loma tevde revîyan hatin Tirkîyê. Ev ajanên ku qatilê xelkên xwe li balkan bûn texmîn bikin ku li hember kurdan çi qetlîam kirine.
Dewleta Tirkîyê jibo bikaribe kurdan asîmile bike “îmam hatîp lîsesî” vekirin. her çiqas dihête gotin ku Imam Hatip Liseleri di 1951an de bi hatina Demokrat Partî liser hukum vebûye jî lê di rastîya xwe de koka wan lîseyan dizivire sala 1928an. Ew di serdema CHPê de hatine vekirin. Bi vekirina Lîseyên Îmam Xetîb xwastin kurdan asîmîle bikin û melayên kurd fêrî tirkî bikin. Li hember vê zordarîya kemalîstan milletê kurd hew dikarîbû tehemul bikira û dest bi serhildanan kir.
Di sala 1958ande dema Barzanî yê nemir ji Sovyetê vegeriya, şiûra millî li herçar perçeyên Kurdistanê xurt bû herweha li bakurê Kurdistanê jî di nav hinek xwanda de ku ew jî bêhtir yan zarên mela an jî zarên serokeşîran bûn, lê bi giranî di nava serokeşîr û seydayên ku ji medreseyên kurdî dihatin xurt bû. Vê derdorê di sala 1965an de xwe li dora fikrekê konservatîv sosyal bi helwesteka millî bi rê xistin. Ev proses heta salên 1980an dewam kir. Paşê ew jî ji hev belav bû. Xwandeyên ku xwe “sekuler” dihesibandin giranî di nava çepê tirkan de an bi serên xwe wekî çep xwe bi rê xistin, lê çepên ku ji fîltera kemalîzmê derbas bûbûn. Problema çepên kurd ew bû û ew e, çepîtî di qalibê tirkîtîyê de wergirtin. Bi berhemên tirkan perwerde bûne. Ev û perwerdeya dibistanên tirkan bi hev re bûne sebebên ku li bakur çîneka bi zihna kemalîst lê bi rûyê xwedêgravî “Çepîtîyê” derkeve holê. Zihniyeteka wisa ku lihember nirxên xweyî neteweyî derkevin. Ev proses nuha bi formeka nû bi navê “demokratîk cumhûrîyet, ortak vatan” berdewame.
Lihember vê siyaseta kemalîstan, milletê kurd bêparastin e, xwandayên wê jî qismekê mezin, yên bi zanetî û yên di bin hişmendîya xwe kemalîst in. Problema herî mezin ew e ku gazin ji kemalîstên nava kurdan nabe. Bes gelek kes di binhişmendê xwe de kemalîst in û nizanin, ev jî problema hinek ji tebeqa siyasî a bakurê Kurdistanê ye. Wekî mînak, nabe yek him serxwebûnxwaz be û herweha piştgirîya entegrasyon û welatekê muşterek bi tirkan re bike, li vir nakokîyek heye, ew kesana vê nakokîyê nabînin. Jiber wê jî gelek caran helwêstên wan li hember bûyeran, bê ku zanibin bingehê wê kemalîzm e. Heta kurdên Bakur ji vê nexweşîya kemalîzmê rizgar nebin rewş her ku biçe wê xerabtir be. Kurdên Bakur niha ji her demê bêhtir muhtacî fehm û şiûra millî a kurdî ne

BAS

About The Author