Kê YNK parçe kir?

Mihemed Soran

Wek hûn zanin kezebno, piştî nexweşketina Mam Celal YNK bû wek tirşika tevlihev û pirsgirêkên wê xelas nebûn. Beşek ji YNK tirşika Kurdistanê û beşê din jî tirşika Îranê dixwin. Parçebûn, duserîtî û pirsgirêkên YNK berdewam in wesselam..

Heta niha me digot qey sofîk û melayên Îranê tilîya xwe dixin nav YNK û wê parçe dikin. Lê niha eşkere bû ku kesê YNK parçe kiriye ne sofîkên Tehranê, lê melayekî Kurdistanê ye.

Û kî ye ew melayê jêhatî?

Mela Elî Kelek!

Xalê me Mela Elî Kelek, di hevpeyvîna li gel Rûdawê de sedema parçebûna YNK eşkere kir û pirsên di serê xelkê de zelal kir.

Mela Kelek çi gotiye:

Gotiye: „Ez karim Mam Celal derman bikim. Ez li ser gotinên xwe me. Ji ber vê mijarê YNK bûye du beş. Beşek dixwaze derman bikin, beşek jî li dijî vê yekê ye. Hin kesan xwestin ez herim cem Mam Celal Talebanî. Ez narim cem ti kesî, divê nexweş bên ba min. Heke Mam Celal tenê 5 mehan li gor pêşniyazên min bê dermankirin, wê dîsa biaxive û rabe ser piyan“ filan û fîstan.

Îcar we fêhm kir ne wilo?

We fêhm kir bê çima YNK parçe bûye û bûye du beş û du serî?

Ji ber ku xalê me Mela Kelek kare Mam Celal derman û rehet bike, YNK bûye du beş û bûye tirşika sîr û pîvazê.

Îcar we sedema parçebûna YNK naskir kezebno?

Silêmanî

About The Author