Meriv zane kurê bavê xwe ye ha..

Mistefa Kerkûkî

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û qeraseyê zilaman Qubad Talebanî, ji bo hevdîtinên germik û nermik tevî şandekê hat Ewrûpayê û bi lotikvanên Yekîtîya Ewrûpayê re dest bi lotikan hevdîtinan kir. Kurê bavê xwe û xortê çeleng û keleş Qubad Talabanî, ji zîtirkvanên Rûdawê re axivî û behsa hevdîtinên xwe û rayedarên Yekîtîya Ewrûpayê û berpirsên Belçîka û Holandayê kir.

Qubadê me di axavtina xwe de anî zimên ku wan di hevdîtinên xwe de behsa rewşa siyasî û aborî ya Iraqê û Kurdistanê kiriye û çay û qehwe bi hevre vexwariye.

Qubadê me lotika herî xweş di van gotinan de avêt:

„Me ji sermezinên Yekîtîya Ewrûpayê re eşkere kir ku referandûma me di rêya serxwebûnê de pêngavek girîng e. Ev referandûm ji bo zanîna raya gel e. Ev prosesek saxlem û demokratîk e. Berî ku em di derbarê referandûm û serxwebûnê de raya welatan bistînin, di vê mijarê de ra û dengê gelê me ji hemû tiştekî girîngtir e. Em vê yekê ji bo gelê xwe dikin, ne ji bo partiyek siyasî û hikûmetekê allahwekîl. Ne ji bo xatirê welatekî û li dijî welatekî ye. Ji ber ku ev mijar bi civaka Kurdistanê ve girêdayî ye. Bi hemû partîyên siyasî û hemû dezgehên Kurdistanê ve girêdayî ye. Lewma wergirtina biryar û raya gelê me, ji wergirtina raya dost û dijminan girîngtir e“ filan û fîstan.

Yanî, Qubadê me bi zimanekî demokratîk û dîplomatîk xwestiye bêje: „Ji me re ra, deng û helwesta Kurdekan pêwist û girîng e, welatên din qebûl dikin yan nakin, ji kîrê min ve kaka“ û daye bin dûvê bîr û raya welatên din.

Ez serê we neêşînim, Qubadê me jî wek bavê xwe Mam Celal kûr lêdixe û xweş lêdixe allahwekîl.

Ez bi serê Mam Celal kim, Qubadê me ne goştê elokekê, lê goştê 72 elokan heq kiriye û hûn sax…

Kerkûk

About The Author

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.