Jeffrey: Bi telaq emê YPG ji PKK dûr bixin

Bavê Cengo

Li Rojavayê Kurdistanê gelek derfet bidest ketin û hema bêjin piranîya Rojava rizgar bû. Lê siyaseta girgirek û generalên PKK nehiştin û nahêlin ku li Rojava Kurd bibin dewlet û çawa ku li Bakur kirin, li Rojava jî Kurdistan kirin bi qurbana xelkên qûnreş û naxwazin sînorên Sûrîyê bên guhertin. Ji ber vê yekê, lotikvan û zîtirkvanên PYD jî dikin û nakin nikarin xwe ji bin sîwana PKK û siyaseta wê azad bikin û doza Kurdistanek serbixwe bikin.

Axir…

Amerîka û serokê wê Donald Trump ê gunikzer, destê xwe di ser serê lotikvan û şerkirên YPG re bir û anîn û li dijî terorîstên DAÎŞê ew kirin heval û hevkarên xwe, ev çend sal in gelek çek û sîlehên giran dan wan û ji YPG re bûn bav. Helbet evqas alîkarîya ku Amerîka bi YPG re dike ne belasebeb e. Ji ber ku PKK di qada navnetewî de wek rêxistinek terorîst tê qebûlkirin, Amerîka dixwaze YPG ji xefik, dek û dolabên PKK û siyaseta wê azad bike û wê bike hêzek serbixwe û Kurdistanî. Ne wilo be, Başûr û Rojava nagihên hev û du parçeyên Kurdistanê nabin yek.

Werhasilî kelam, Nûnerê Amerîka yê karûbarên Sûriyê James Jeffrey, lotikek avêt, helwest û armanca Amerîkayê eşkere kir û got: “Bi şeş telaqên jinberdanê PKK terorîst e, lê YPG ne terorîst e. Em dixwazin YPG ji PKK dûr bixin, YPG bi heft qalib sabûna Helebê bişon û wê ji gunehên PKK dawşînin“.

Ez serê we neêşînim gelî lotikvana, heke Amerîka û gunikzerê Trump karibe YPG ji bin sîwana PKK, rejîma Sûrîyê û melayên Tehranê derxe ji xwe wê xêrek bi sed xêrî bi xwe û bi Kurdan bike. Belkî bi xêra Amerîkayê Kurd li Rojava ji PKK û xelklerên PKK xelas bibin û karibin federasyonê ava bikin, yan jî di pêşerojê de Rojavayê Kurdistanê serbixwe bikin û hûn sax..

Qamişlo

About The Author