Ereb can in, Kurd bacan in

Bavê Cengo

Belê, dibêjin li rojavayê Kurdistanê, ango li Kurdistana kantonkirî, efûya giştî derketiye û temamê endamên dolheramên DAÇÎê serbest hatine berdan.

Li gor fitne û fesad dibêjin, Desthilatdarîya Xweserîya Rojava, bi biryara „Dadgeha Del“, li bajarê Qamişlokê efûya giştî derxistiye û 84 Erebên ku bi gumana endametîya DAÎŞê hatibûn girtin, serbest hatine berdan. Lê balkêş e, efûya giştî tenê ji bo endamên DAÎŞê û ji bo Erebên qûnreş hatiye derxistin. Girtîyên siyasî û girtîyên Kurd (endam û alîgirên ENKS û partîyên din) nehatine berdan û hîna jî di zindanan de ne.

Li gor daxuyanîya Dadgeha Gel, ev efûya giştî „ji bo saxlemkirina bingeha jiyana hevbeş û xurtkirina bratîya xelkan“ hatiye derxistin.

Yanî, Erebên qûnreş û endamên DAÎŞê bra ne, lê Kurdên ku ne wek PYD difikirin, ne bra ne, dijmin in, ewladên zinê ne.

Îcar ji vê lotikê re çi tê gotin gelî civatê?

Law ma Erebên qûnreş can in, Kurd bacan in oxlim?

Qamişlo

About The Author