Kurd bê wefa ne

Mirina her dengbêjekî mirina zimanê Kurdî û mirina beşek ji çand û zargotina Kurmancî ye.
Piranîya dengbêj û stranbêjên me per perîşan, bi zikekî têr û deh birçî mirin û çûn.

GARAPÊTÊ XAÇO digot „50 milyon Kurd nikarin min xwedî bikin“. Rast digot. ŞAKİRO ji Kurdan xeyidî bû û digot „Kurd li min xwedî dernakevin“. Wî jî rast digot. AYŞE ŞAN li bajarê Izmîrê di mala xwe de bê kes û kûs mir, Kurd li wê jî xwedî derneketin.
Û bi dehan mînakên bi vî awayî…

Em Kurd ji xelkê re bi wefa ne, lê ji xwe û xizmetkarên ziman û çanda xwe re bê wefa ne.

SEYİDXANÊ BOYAXÇÎ jî koça dawî kir, Têlî sêwî û Saliho bê xwedî ma.
Helbet Kurd li xalê Seyidxan jî xwedî derneketin.
Ew jî di rewşek hejar de jiya, xatir nexwest û çû.
Kurd li kê xwedî derketine heta go li yekî „Boyaxçî“ xwedî derkevin?

About The Author