Çekek ji çekên tekoşînê: Boykot!

Nûrî Çelîk

Destkeftîyên Başûrê Kurdistanê bi xebat, tekoşîn û berdêlên mezin hatin bidestxistin. Ji 2003an û vir ve Kurdên Başûr û bi taybet jî PDK û Barzanîyan hewl dan ku van destkeftîyan biparêzin, bêyî şer û nakokî, bi siyasetek nerm û demokratîk destkeftîyên başûr xurttir û bihêztir bikin. Di 31 salên derbasbûyî de gelek hewl dan, 31 salên xwe bi çûn û hatina Bexdayê re derbas kirin da ku pirsgirêk û nakokîyên xwe çareser bikin. Maddeya 140 jî tê de, hê gelek pirsgirêkên ku nehatine çareserkirin û çareserîya wan nayê xwestin hene. Hikûmeta Bexdayê bi zext û piştgirîya melayên Îranê hewl dide ku cîh li Hikûmeta Herêma Kurdistanê û bi taybet jî li PDK û Barzanîyan tengtir bike da ku destkeftiyên wan têk bibe, wan bêhêz û bê taqat bike û federalîya Başûrê Kurdistanê ji holê rake. Nîşana vê yekê herî dawî bi biryara Dadgeha Federal a Iraqê û rakirina kotayên pêkhateyan carek din eşkere bû.

Dadgeha Federal a Iraqê li ser daxwaz û serlêdana YNK biryar da ku kotayên pêkhateyên Herêma Kurdistanê ji destê wan derxe û wan beşdarî parlamentoya Kurdistanê neke. Dadgeha Federal a Iraqê ev biryar ne ji bo pêkhateyan, ji bo lawazkirin û bêhêzkirina PDK û Barzanîyan girt. Ji bo ku destê PDK û Barzanîyan di Parlamentoya Kurdistanê de xurt nebe û kotayên pêkhateyan ji YNK û partîyên dij PDK re biçin, ev biryar hat girtin. Helbet Dadgeha Federal ev biryar bi serê xwe negirt, bi piştgirî û ji bo berjewendîya Iraqê, Îranê, Tirkîyê, YNK, PKK û hemû hêzên ku li dijî PDK û Barzanîyan e, girt. Rakirina kotayên pêkhateyan tê wateya lawazkirina PDK û Barzanîyan, lawazkirina PDK û Barzanîyan tê wateya lawazbûn û jinavbirin an piçûkkirin û tengkirina destkeftîyên Başûrê Kurdistanê û lawazbûn, jinavbirin, piçûkkirin û tengkirina destkeftîyên Başûrê Kurdistanê jî helbet tê wateya têkçûna federalîzma Kurdistanê û vegera ser dem û dewranên serdema Saddam Hisên. Bêguman PDK û Barzanî jî vê yekê dibînin, divê bibînin, û di zanebûna vê derbendîyê (xeterê) de ne. Her çiqasî îro ji ber hinek sedeman navbera PDK û Tirkîyê halîhazir xweş û dostane bin jî, hemû alî li dijî bihêzbûn û serxwebûna Herêma Kurdistanê ne û di encama herî talî de wê PDK û Barzanî bi serê xwe û bi tenê bimînin, wê bi tenê bên hiştin.

PDK li dijî biryara Dadgeha Federal a Iraqê derket û bi daxuyanîyekê biryar da ku hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê boykot bike û beşdarî hilbijartinê nebe. Li gor min ev biryarek baş û erênî bû. Boykot çekek ji çekên berxwedan û tekoşînê ye. Botkotkirin tê wateya serûbinkirin û alozkirina rewşa Iraqê. Serûbinbûn û alozîya Iraqê ji Kurdan re tê wateya derketin û bidestxistina derfetên û hetta dikare rê ji cudabûna Herêma Kurdistanê û Iraqê re jî veke. Yanî, piçûk be jî ber bi serxwebûnê ve gavek erênî ye. Lê helbet heger boykot ne taktîkî lê stratejîk be dikare berhema xwe bide. Lê xuyaye biryara boykotê wek taktîk û siyasetek kurt û rojane hatiye girtin. Di gotinên Serok Barzanî de ev yek dixuye.

Serok Mesûd Barzanî di hevdîtina xwe û Balyoza Amerîkayê Alîna Romanowskî de got:

“PDK hertim piştevanîya lidarxistina hilbijartinan kiriye, ji hilbijartinan natirse, lê li ser awayê hilbijartinan û metirsîya têkbirina prensîbên bihevrejiyanê û jinavbirina beşdarîya pêkhateyên xwe şiroveyan dike. Ji ber sedemên cuda hilbijartin 2 salan li paş xistin, destên derve jî tê de bûn û nirx û pêgeha herêmê kêm kirin. Wan bi guhertina biryar û yasayên Herêma Kurdistanê bi awayekî nedestûrî û ne yasayî neheqî li pêkhate û hemû gelê Kurdistanê kirine. PDK hilbijartinan baykot nake û alîgirê hilbijartinên paqij, şefaf, ewle û azad û dûrî desttêwerdan û pêşprogramên derve ye. Proseya demokratîk nayê pûçkirin û yasayên herêmê nayên binpêkirin”.

Di berdewamîya axaftina xwe de Serok Barzanî bal kişand ser peywendîyên Hewlêr û Bexdayê û anî ser zimên ku “di bin navê hevpeymanîya dewletî de lihevkirinek zelal û berfireh hebû, lê mixabin tu xalek girîng ya rêkeftinê nehat teqezkirin û pêkanîn. Armanca peymanê misogerkirina îstiqrar, dewlemendî, hevkarî, hevsengî û prensîbên lihevkirinê bû, lê yek ji van pêk nehat”.

Di gotinên Serok Barzanî de dixuye ku armanc ne cudabûna ji Iraqê lê misogerkirina îstîqrar, dewlemendî, hevkarî, hevsengî û prensîbên lihevkirina Herêma Kurdistanê û Iraqê ye. Wek ku PDK û Serok Barzanî Iraqî yan jî Ereban nas nekin, hê jî hêvîya xwe bi mirovhezî û demokrasîya wan ve girê didin û bi dilekî safî û dilovan xwe davêjin tor û bextê wan. Lê tê jibîrkirin ku dijminê bavan nabe dostê lawan û di her fersendê de ewê hewl bidin ku wek dûvpişk û maran bi Kurdan vedin.

Di dîroka mirovahî û dewletan de boykot û borkota domdar di serkeftinê de rolek erênî û sereke lîztiye. Çi boykota dewletî û navdewletî be, çi ya civakî, cemawerî, komelî û bazirganî be, boykot wek çekek ji çekên şer, berxwedan, tekoşîn û serkeftinê hatiye bikaranîn. Ji boykota Mahatma Gandî ya Hindistanê bigrin û heta bi îro boykot û bi taybet boykota domdar û berdewam, bûye pêngavek ji pêngevên armanc û serkeftina daxwazên dewlet, civak û milletan. Lê em Kurd çiqasî di zanebûna girîngîya boykot û şerê boykotê de ne, nizanim. Ji bo ku bandora boykotê demdirêj û kûr be, divê plan û proje bên kirin, di destpêkê de hemû encamên muhtemel li ber çavan bên girtin û planên A, B û C ji destpêkê ve bên çêkirin. Gelo PDK plan û projeyên boykotek kûr û demdirêj daye ber xwe yan na, birastî ez meraq dikim. Lê ez dizanim ku boykotek kûr û demdirêj a PDK wê erdhej û zerzerê li Iraqê rake û di nexşeya Iraqê de derz û qelşên kûr veke. Û li gor min, her Kurdê serxwebûnxwaz divê vê boykotê, yan jî boykotên ku di pêşerojê de li hemû beşên Kurdistanê çêbibin, kûrtir û berdewamtir bikin.

About The Author