Ji hinekan re kêf û dîlan e, ji hinekan re goristan e

Mêro ji bo xirê xwe 100 mîlyon dolar xerc kir.

Ev insan mexlûqatek ecêb e. Tu mexlûqat wek insên zalim, bê wîjdan,dilkevir, çavbirçî û têrnexur tuneye. Li cîhanê bi sed milyonan kes û malbatên birçî û belengaz hene. Lê milyarder û dewlemendên ku bi hejmarek kêm hikim li dinyayê dikin, ji berjewendîyên xwe pê ve li tiştekî din nafikirin. Tenê li nav û deng, li payebilindî û qapanîya xwe difikirin.

Milyarderê Hindî Mukesh Ambani, ji bo zewaca kurê xwe 100 milyon dolar xerc dike. Ji bo
Zewaca Anant Ambani û Radhika Merchant amadekarîyek kesanedî tê kirin û di şahîya zewaca wan de tenê kesên navdar û naskirî (800 kes)hatine vexwendin. Lotikvanên sînemayê, zîtirkvanên muzîk û pornoyê, serokê Fisboq û Tirboqê, milyoner û milyarderên zikmezin beşdar dibin.

Payebilindî qapanî ji bo endamên civakên paşketî û dinyanedîtî girîng e. Nîşana mezinatîyê ye. Lê li alîyê din nîşana piçûktî û bêkesayetîyê ye jî. Li Ewrûpayê mesref û lêşûna zewaca yekî Ewrûpî 15 heta 20 hezar euro ye. Di nav biyanîyên Ewrûpayê de (bi taybet Kurd û Tirk)lêçûna dawet û zewacê xwe digihîne heta bi 50 hezar euroyî. Gelek caran ji ber lêçûna zêde keç û xort nikarin bizewicin. Li Kurdistan û Tirkiyê û herweha li gelek welatên din dawet û zewac zêdeyî hêz û qeweta insên e û gelek kes ji ber lêşûna zêde nikarin bizewicin. Lê milyarderên wek Mukesh Ambani 100 milyon dolar ji bo kêfa xirê kurê xwe xerc dikin û qet ne xema wan e jî.

Ez serê we neêşînim gurçikno, dinya bûye berdîberdan. Ne insanetî maye, ne alîkarî û merhamet. Herkes di hewl û keftelefta xelaskirina xwe û keştîya xwe de ye. Kî têr e, kî birçî ye, kî feqîr e kî hejar e ne xema kîrê kesî ye wesselam..

About The Author