PDK li lotika xwe poşman bû

Mihemed Soran

Partiya Demokrata Kurdistanê biryara xwe ya boykotkirina hilbijartinên Herêma Kurdistanê paşve kişand û li lotika ku berê avêtibû poşman bû.

Li ser bextê fitne û fesadên Silêmanîyê û çîrokên ser tenûrên Hewlêrê be, dibêjin Partiya Demokrata Kurdistanê birdar daye ku dîsa beşdarî hilbijartinên Herêma Kurdistanê bibe û li lotika ku berê avêtibû poşman bûye. Berî niha PDK hilbijartin boykot kiribû û bi şeş telaqên jinberdanê sûnd xwaribû ku ewê beşdarî hilbijartinê nebin. Lê dibêjin PDK a me li gotina xwe poşman bûye û piştî çûn û hatina Bexdayê û hevdîtina bi Erebên xurmexur, biryar daye ku beşdarî hilbijartinên 10ê Hezîranê bibe û serê govendê bikşîne.

Serokê Şaxa PDK yê li parêzgeha Silêmaniyê Arî Hersîn, bi serê Muhammed Şiya es-Sudani sûnd xwar û roja Yekşemê ragihand ku „PDK bi guhertinên mekanîzma hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê wê bi def û zirne beşdarî hilbijartinan bibe“.

Hersîn, li navenda YNK ya Silêmaniyê got: “ Bi allahwekîl, bi telaqê jinberdanê, em her dem amade bûn ku beşdarî hilbijartinan bibin, lê di derbarê mekanîzmayên lidarxistina hilbijartinan de hinek şik û têbîniyên me hebûn. Bi guhertinên dawî re emê bi ser û lingên xwe beşdarî hilbijartinan bibin“ filan û bêvan.

Berpirsê Malbenda YNKê li parêzgeha Silêmaniyê Ziyad Cebbar jî lotikek qerase avêt û got: “Bi serê mam Celal, em YNK daxwaz dikin ku di zûtirîn dem de hilbijartin bên lidarxistin û em hêvî dikin ku Serokê Herêma Kurdistanê roja nû ya hilbijartinan diyar bike“.

Werhasilî kelam, Dadgeha Bexdayê kota hilbijartinên Herêma Kurdistanê ji 111 kursîyan daxist 100î û bi vê biryarê wê PDK ziyanê û YNK xêrê bibîne. Dadgehê ev lotika qerase li dijî PDK û li xêra YNK avêt. Lê PDK bi ser vê yekê jî li lotika xwe ya boykotê poşman bû û wê beşdarî hilbijartinê bibe.

A bi xêr kaka…
Ev siyaset e. Îro reş be, sibê spî ye. Di siyasetê de soz û bext tuneye, dostê îro dijminê sibê, dijminê îro dostê sibê ye wesselam…

Silêmanî

About The Author