Xaltîka me Sheinbaum bû seroka Meksîkayê

Antonîo Vêra

Li Meksîkayê cara yekem jinek bû seroka dewletê. Siyasetmedara çepgir Claudîa Sheinbaum, di hilbijartinê de tir ji partîyên dijber berda û bi dengên zêde bû Seroka Meksîkayê.

Di hilbijartinên Meksîkayê de, ku cîranê başûr yê Amerîkayê ye, lotikvana çepgir xaltîka me Claudîa Sheinbaum (nav û paşnav Almanî ne, li Meksîkayê çi tirşikê dixwe nizanim) wek alîgir û dostê feqîr û hejaran derket qada siyasetê û bi dengên xelkê belengaz bû serokdewlet.

Xaltîka Claudîa di propaganda xwe de soz da xelkê Meksîkayê ku jinan ji şûştina firaxan xilas bike, zilaman bi şûştina qûna zarokan erkdar bike, kal û pîran li hev mehr bike û xort û keçan jî di qorzîk û morzîkan de li hev siwar bike. Xaltîka me Claudîa Sheinbaum berê Şaredara Paxtex Meksîko Cîty bû. Bi saya hevalbendîya feqîr û hejarên welêt, ji serokatîya şaredarîyê bû seroka welêt û lotikek pîrozkirinê heq kir.

Di meha Kanûnê de li Amerîkayê jî hilbijartin çêdibin. Heger Donald Trump (Dîko) bibe Serokê Amerîkayê, wê ew û xaltîka me Claudîa çi tofanan li serê hev rakin û çi tir û fisan ji hev berdin, ez jî nizanim…

Meksîko

About The Author