Benîştê aştî û demokrasîyê

Ji bo demokrasî pêk bê divê heq û hiqûq, zagonên demokratîk û nirxên mirovatîyê li welatekî hebin. Li welatekî mîna Tirkiyê demokrasî û xwestina demokrasîyê wek çîroka bratîya gur û mîhê ye. Tew ji bo Kurdan demokrasî ji çîrokan pê ve ne tu tişt e. Hem partîyên desthilatdar û hem jî m ixalefet bi gotin û sloganên demokrasîyê tenê Kurdan dixapînin û bi vê yekê dixwazin Kurdan ji hest û hişmendîya netewî, ji doza netewî dûr bixin û wan bi dewleta Tirk ve pîne bikin. Ev plan û projeyek dewletê ye û partîyên mixalif jî xizmeta vê plan û projeyê dikin.

Meriv gazindan ji neyarên xwe nake. Neyar e, wê te bigire jî, bavê zindanan jî, bikuje jî, partîya te jî bigire, qeyûman jî bike şaredarên te. Ev tê fêhmkirin. Lê heger tu neyarên xwe nas nekî (heke ne fen û fût be)û bi çîrokên demokrasî û bratîya xelkan xizmeta plan û projeyên neyarên xwe bikî, aha li wir dive meriv bisekine û bifikire. Neyar te digire, tu dibê aştî û demokrastî, te davê zindanê, te dikuje, şaredarîyên te ji dest te digire, tu dibê aştî û demokrasî. Zimanê te, çanda te qedexe dike, tu dîsa çîrokên aştî û demokrasîyê distrê. Di şer û pevçûnan de, di siyasetê de, du pîvan hene. Yê xurt û serdest aştîyê naxwaze, xurt e û hesabê kesekî nake. Yê bindest dixwaze di bin kirasê aştî û demokrasîyê de têkçûn û teslîmîyeta xwe veşêre. Ango, ji bo partî û miletên bindest aştîxwazî, demokrasîxwazî ji teslîmîyetê pê ve ne tu tişt e. Bi vê teslîmîyetê hem hûn xwe radestî dewletê dikin û dikevin bin xizmeta wê, hem jî hûn miletê Kurd ji giyanê Kurdewarî dûr dixin û wî davêjin tor û bextê dewletê. Yanî, bi navê mixalefetê hûn dibin parçeyek ji parçeyên plan, proje û siyaseta dewletê.

Axir…

Mesela me li ser DEM partîyê, li ser hemû partîyên demokrasîxwaz û hevalekan bû. Hevalekan weke ku dewletê û desthilatdarîya dewletê nas nekin lotikan davêjin û ji bo aştî û demokrasîyê dikin qarewar.

Herî dawî hikûmeta AKP qeyûm danî ser şaredarîya Colemêrgê (Hekarîyê) û dîsa lotikek li DEMê xist. Heman tas û heman himam. Heman plan û heman proje. Dîsa çîrokên aştî, demokrasî, bratîya xelkan, çend civîn, çend şermezarî û xelas… Ewha hat û ewha çû….

Gelo birastî hûn li dijî AKP û Erdogan in?

Wê gavê çi karê we di meclîsa Erdogan de heye heyran? Heker birastî hûn dilêş û dilşewatê şaredarî, Demîrtaş û zikêşê Kurdan e, çima hûn ji parlamentoya AKP îstîfa nakin û parlamentoyê mecbûrî hilbijartinên awarte nakin?

Yan hûnê bê mûçe û birçî bimînin?

Yan bi îstîfakirinê hûnê êdî nikaribin li ser ked û xwîna Kurdan biçêrin û bi qîma xwe hespê xwe bajon?

Na na heval, bi mejîyê Tirk û hestên Tirkayetîyê bes çîrokan ji me re bêjin. Bes benîştê aştî, demokrasî û bratîya xelkên pûç têxin devê Kurdan. Hûn wî benîştî dicûn nacûn karê we ye, lê bi Kurdan ve nezeliqînin heval…..

Amed

About The Author